Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji peywirê hat girtin, diyar kir ku hikûmet darbeyê rewa dike û wiha got: “Em bi aqlekî wisa re rûbirû ne, dixwaze darbeya 19’ê Tebaxê rewa bike.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozkokçe Ertan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, di 19’ê Tebaxê de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin. Hevşaredaran li Otela Elit Worldê civîna çapemeniyê li dar xistin. Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî tev li civînê bûn. Ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî.

Em hêviya xwe qut nakin

Turk, diyar kir ku di 19’ê Tebaxê de darbeya siyasî li dijî wan hatiye kirin û wiha got: “Bi armanc û berpirsiyariya em li vê îradeyê xwedî derkevin em li vir in. Dema di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyan kirin, me dît ku nivîsên dûrxistinê di 1’ê nîsanê de ji Wezîrê Karên Hundir re şandine. Dixwazin têkildari qeyûman îdrakekê saz bikin. Aqlê darbeyê rewa dibîne li ser kar e. Em bi vî aqlê qeyûman rewa dibîne rû bi rû ne. Dibêjin pere şandine cihê cuda. Tişteki wisa ne pêkan e. Ji sala 1973’an heta niha di nava siyasetê de me. Heta niha em rastî pêvajoyek wisa dijwar nehatine. Lê dîsa jî em hêviyên xwe qut nakin. Ev bi têkoşîn û sebrê dibe.”

Peredana çaya mêvanan rewa ye

Turk, têkildarî îdîayên der barê 300 hezar tl li daye çayê jî wiha got: “Rojê 300-400 kes tên mêvanê şaredariyê. Mêvanên ku tên şaredariyê em avê jî didin wan û çayê jî didin wan. Tiştek ji vê yekê rewatir tune ye.”

 

STENBOL