Nivîsên ku Alpay dabû parêzerên xwe û xwestibû bi raya giştî re bê parvekirin hatin desteserkirin. Li aliyê din nameyên ku ji girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira girtiyan ji Alpay re şandine bi hinceta tespîtên ku li ser Vakfa Ensar û KAİM-DER hatî kirin, ne di cihê xwe de ne, nedane wê.
Her wiha hat zanîn ku Necmîye Alpay di hevdîtîna xwe ya bi parêzerê xwe re xwestiye nivîs û hevpeyvînên ji bo hin kovar û rojnameyan di destê xwe de bide wî. Lê bi hinceta “divê wana midur jî lêkolîn bike” nehiştine wan nivîs û hevpeyvînan parêzer li gel xwe bibe.
ENQERE