Bi tank û topên xwe re, herêmek di bin kontrola xwe de ye xera dikin. Ev yek nîşan dide ku bêaqilî di asta herî bilind de ye û sîstemeke dewletê ya faşîzm û barbarîzm jî derbas kiriye heye.”

Wênesazê Kurd Alî Zulfîkar, êrîşên AKP’ê yên li hemberî Kurdan û dîroka Kurdan nirxand û bibîr xist, dewleta Tirk di sala 1993’an de jî polîtîkaya tinekirinê meşand û got, “Hewl dan mirovan, malên wan û her tiştên wan tine bikin. Dema mirov îro jî li Sûr, Cizîr û Silopiyaye dinêrin, mirov vê dibînin. Ne tenê Kurdan dixwazin dîroka li wir jî tine bikin. Eger yek radibe bi vî rengî êrîşî we dike, hingî ev yek êrîşek ji bo tinekirinê ye û sûcekî mezin e. Biryara li ser mezinahiya vî sûcî wê ji aliyê dadgehan ve bê dayîn..”


Divê hunermend êşên civakî bibihîze

Têkildarî berpirsyara hunermendan Alî Zulfîkar jî got, “Hunermend li pêşberî civaka di nav de dijîn xwedî berpirsyariyê ne. Lazim e êş û qîrîna civaka xwe bibihîzin. Û li cem cih bigirin. Ti hunermendekî destekê dide şer, nikare bêje ez hunermend im. Ew qelemşor in. Yanî mîna qelemşorên bi daxwaza hin kesan derketine holê. Mirovê hunermend daxwazên gel, hesretên gel dibîne, li dijî şer û komkujiyan derdikeve û aştiyê diqîre.” 


 KOLN