Rabo têkildarî êrîşên DAIŞ’ê salvgera tevkujiyê de wiha got: Wekî tê zanîn ku 24’ê nîsanê salvegera sedsalî ya komkujiya Seyfo ye ku dewleta Osmaniyan li dijî gelên Ermen, Asûr û Suryaniyan li Tirkiyeyê pêkaniye. Em dibînin ku niha li Sûriyeyê jî dixwazin vê komkujiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê dubare bikin. Lê vê carî jî bi riya çeteyên DAIŞ’ê kirasekî nû lêkirine. Revandina bi sedan ji welatiyên Asûrî di 23’ê sibatê de ji herêma Til Temirê nîşaneke li dijî Xiristiyanên herêmê ye û dibêje ku Seyfoyeke nû bi rê de ye. Beriya sed salî rêvebertiyeke siyasî ya gelê me tune bû û hêzeke wê ya parastinê jî tune bû, ji ber wê li dijî welatiyên sivîl komkujiyên herî qirêj pêk anîn. Lê niha em tu carî derfetê nadin ev komkujî dubare bibe. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku ev hewldanên çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me dê li wan vegere.

Rabo ev bang li pêkhatiya Xiristiyan kir: “Ez di xwazin ji pêkhateyên Xiristiyan re bêjin ku ji paşguhtî û lewaztiyê re êdî bes e. Gelê me di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û çeteyên DAIŞ’ê hewldidin vîna gelê me têk bibin. An em ê bi yek destî tevbigerin an jî em ê dîsa rastî komkujiyan werin.

Pêkhateyên Xiristiyan her tim banga aştiyê dikin. Ez bang li hemû pêkhateyên herêmê dikim ku li dijî hovîtiya çeteyan  hevgirtina xwe xurt bikin.


DILSOZ DILDAR/ANHA/TIL TEMIR