Beriya niha ji ber gelê piştgirî dan gelê Bergamayê û niha jî didin kurdan tên sucdarkirin. Li gor çapemeniya Elman, Erdogan beriya serdana xwe ya di meha mijdarê ya Elmanyayê de, zend û bendên xwe ba da. Kovara Der Spiegel a Elman bal kişand ku ligel ku weqfên Elman hatin rojevê, operasyonên li ser kurdan dest pê kirin. Hevserokê Weqfa Heînrîch Boll Fucks jî got; “Stratejiya hikûmetê ew e ku piştgiriya navnetewî ya ji bo kurdan bibire.”
Meha derbasbûyî heyeteke navnetewî ku di nav de parlamenterên Elman jî hebûn ji bo li ser gora komî ya li navçeya Şaxê ya Wanê ku tê diyarkirin ku cenazeyên 41 gerîlayan lê hatiye definkirin, lêkolîn bikin çûn Tirkiyeyê. Heyeta ku xwestibû li ser gora ku tê gotin cenazeyên gerîlaya Elman Andera Wolf jî tê deye lêkolin bike, li ser biryara walîtiyê ji aliyê cendirmeyan ve hatibû astengkirni. Çavdêriyên heyetê di çapemeniya Elmanayê de cihek mezin girti. Piştî ku di tebaxê de Org. Necdet Ozel bû Fermandarê Giştî jî vê car “Sûcên şer” hatibû rojeva Elmanyayê. Piştî ku dîmên operasyona li gundê Ballikaya ya Şirnexê ku di bin fermandariya Ozel de 20 gerîlayên PKK’ê bi kimyasalê hatibûn kuştin di ANF û Roj TV’yê de hatin weşandin Paritay Çep a Elmanyayê dest bi tevgerê kir û mijar anî rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê.  Di heman şiklidê de Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, piştî ku li salona ew dê lê biaxive îxbara bombeyê hatibû kirin, diyar kiribû ku ew ji salonê dernakeve û wiha gotibû: “Kî tawizê bide terorê wê bedel jî bide. Ew ji navenga demokratîk a Elmanyayê siûd digirin.” Lê wezîrê karê hundir yê Elmanyayê Hans-Peter Frîedrîch gotibû ku tu Eleqeya PKK’ê bi vê îxbara bombeyê tuneye. Li gorî çapemeniya Elman Gul dest vala ji Elmanyayê vegeriya bû û ji ber vê jî hêr hêrs bûbû. 


“Bila hikumeta Berlin ê bersiv bide’

Rojnameya Dîe Welt jî balkişand ser serdana Erdogan ya Elmanyayê ya di meha sermawêzê de. Rojname dinivse ku Erdogan, Elmanay bi piştgrî dayîna ‘Terorê’ tewambar dike. Rêveberên weqfê yên ji rojnameyê re axivîn jî diyar kirin divê hikûmet Berlînê bersiv bide Erdogan. Endamê Weqfa Heînrîch Boll Ralf Fucks û endamê Weqfa Frîedrich Ebert Mîchael Meîer ku dibêjin Meclîsa Federal a Elman jî piştgiriyê dide projeyên wan gotin: “Bila Hikumeta Berlinê me biparêze.”

BERLÎN