HRRK ji rêxistinên Kurdî, Tirkî û navnetewî xwest ku bikevin nava tevgerê û rewşenbîrê Kurd Şahîn Berzencî ku jiyana wî di xetereyê de ye, serbest berdin. Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji dewleta Tirk xwest ku hunermendê Kurd Şahîn Berzencî hatiye girtin, serbest berde û diyar kir ku dewleta Tirk girtiyên ji Rojavayê Kurdistanê radestî komên Îslamî yên li Sûriyeyê dikin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê komîteya ragihandinê ya HRRK’ê ve hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin: “

“Ji destpêka Îlona 2015’an ve, li bajarê Îzmîrê, karîkaturist û rojnamevanê Kurd Şahîn Berzencî ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin. Desthilatdariya dewleta Tirk ew û hejmareke mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye girtine û wan kom bi kom radestî komên çekdar ên Îslamî li Sûriyeyê dike.

Hevgirtina Rewşenbîran diyar kir ku jiyana hevalê wan rojnamevan û rewşenbîr Şahîn Berzencî jî li girtîgeha Osmaniye (Düziçi) hatiye rawestandin û jiyana wî di xetereke mezin de ye.

Hevgirtinê bang bang li rêxistinên kurdan, Tirkiye û navnetewî kir ku destwerdanê bikin û got: “Em hemkar û hevpîşeyên wî yên endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû dezgehên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin. Bi taybetî em ji PEN a Kurd, PEN a Tirk û PEN a Internasyonal, Amnesty International (Rêxistina Efû) û rêxistinên din, ku bikevin nava tevgerê da ku di zûtirîn dem de serbest were berdan.”


 NAVENDA NÛÇEYAN