Jinên ku di nava zeviyan de dixebitin rojê 14 satena karê zeviyan dikin. Jinên temenê wan di nava 15-65 salî de karê zeviyan dikin kedek mezin didin û bi jiyana xwe dibin mînak.

Li navçeya Artemêtê ya Wanê, karkerên ku karê zeviyan dikin, di nava hewldan û kedek mezin de dixebitin û debara malê dikin. Jinên ku ji demsala buharê heta payizê di nava zeviyan de dixebitin rojê bi 20-25 TL dixebitin.
Karkera zeviyan Muhabbet Kumli (60), diyar kir ku nêzî 20 salin karê çandiniyê û zeviyan dike û wiha got: "Em ji gundê ji gundê navçeya Şaxê ya Wanê koçî navenda Wanê hatin kirin. Em ji qada jiyanê koçî bajarên ku wekî zindanê ne hatin kirin. Ji ber ku li wanê kar û bar tune em nikarin debara xwe bikin û em neçarin li gel zarokên xwe di nava zeviyan de bixebitin. Em rojê 14 saetan karê zeviyan dikin û rojê tenê 20-25 TL heqê xwe distînin. Em dixwazin dîsa li gundê xwe vegerin û jiyana xwe ya berê berdewam bikin. Dewletê çawa gundê me xera kir şewitand, divê dîsa gundê me ava bike.
Karkera bi navê Cevahir Muhan jî anî ziman ku ew ji destpêka karê çandiniyê heta çinînê di nava zeviyan de dixebitin û wiha got: "Em karê çandinî, çape, çinîn û komkirinê dikin. Em hemû karê nava zeviyan dikin. Em rojê 14 satena dixebiin û roja me 20-25 TL ye. Em karekî giran, kedek zêde û heqeki erzan distînin. Lê ji bo debarê em neçarin vî karî bikin. Em di nava bajaran de hatin hepiskirin û wekî girtiyan in. Em dixwazin li gundê xwe vegerin û bi xwe qadên jiyanê ji xwe re ava bikin."
Rençberê bi navê Azîz Ural yê li navçeya Artemêtê rençberiyê dike jî diyar kir ku jin kedek mezin didin û karê xwe paqijtir û baldartir dikin. Ular, anî ziman ku ji ber jin ji zilaman baştir dixebitin nêzî 100 di zeviya wî de karê çandiniyê dikin.


SALÎH SERTKAL / DÎHA/WAN