Ebdî: Şertê yekê ev e, rêveberiya vir weke beşek ji rêveberiya giştî ya Sûriyê were gebûlkirin di hindurê destûrê de, yê duyê jî QSD weke sazî taybetmendiyeke xwe hebe di hundirê sîstema parastinê ya giştî ya Sûriyê de.
w Ebdî: Emerîka garantorê agirbestê ye, heger nikare Tirkan bisekinîne jî pêwîst e ew cezayên ku dabûne Tirkiyê, cezayên aborî, di pratîkê de pêk bînin. Tiştê niha divê Amerîka bike ev e, ku trikan bi zorê bide sekinandin.
Fermandarê QSD´ê Mezlûm Ebdî di kanala televizyonê ya Başûrê Kurdistanê Rûdawî re peyivî û ji bo şertê sereke yê lihevkirineke bi Şamê re got, “Divê mafê Kurd hemû di destûrê de bên parastin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) Mezlûm Ebdî got, diyaloga wan bi Şamê re dewam dike û du şertên wan ên bivê nevê hene. Yek ji van şertan xweseriya QSD´ê di nava sîstema bergiriya Sûriyê de û ya din jî misogerkirina tevahiya mafên Kurdan di destûra bingehîn a welêt de ye.
Fermandar Mezlûm Ebdî wekî din got, li gor rêkeftina Soçî şervanên QSD´ê bi kûrahiya 32 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûr ketine û li gorî rêkeftina ku QSD´ê bi Rûsyayê re kiriye, ew Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd bê parastin nahêlin.
Di hevpeyvîna bi Roj Elî Zale de Mezlûm Ebdî helwêsta hikûmeta Sûriyê têra xwe baş nedîtiye, ew dibêje, “Mixabin naveroka axavtina Serokê Sûriyê Beşar Esed ne erênî bû, ji ber vê jî mijarên ku em rexne bikin, hene. Bêguman hin karên wî yên ku em erênî binirxînin hebûn û ew jî helwêsta xwe ya ku bi hêzên me re, bi gelê Kurd re kanala diyalogê vekirî bimîne, ev aliyê xwe yê erênî bû, yanî wî da xuyakirin ku dixwazin bi Kurdan re li hev bikin û bi Kurdan re bidin û bistînin, li gel Kurdan bi hev re li dijî dagîrkeriya dewleta Tirk bisekinin.”
Du mercên esasî yên diyalogê
Li ser du xisûsên ew di diyaloga bi Şamê re dest jê bernadin jî, Mezlûm Ebdî got, “Ya yekê ev e, rêveberiya vir weke beşek ji rêveberiya giştî ya Sûriyê were gebûlkirin di hindurê destûrê de, ya duyê jî QSD weke sazî taybetmendiyeke xwe hebe di hundirê sîstema parastinê ya giştî ya Sûriyê de. Em ne li dijî wê yekê ne ku em bibin beşek ji sîstema parastina giştî ya Sûriyê, lê belê divê taybetmendiya QSD´ê parastî be. Helbet pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke esasî ye, divê mafên Kurd, tevahiya mafên Kurd di destûrê de werin parastin.”
ji bo Kurdan û xaka wan jî, Mezlûm Ebdî got, “Herêmên Kurdan hene, herêmên ku bi tevahî Kurd lê dijîn hene, herêmên ku Kurd 90 ji sedê serjimarê hene, ew herêmên Kurdan in û navê wan jî Kurdistan e.”
Ji bo întegrekirineke siberojê û hejmara hêzên xwe jî, Mezlûm Ebdî got, “Heger em bixwazin Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bi awayekê cuda bi rêxistin bikin, belkî bibe feyleqeke cuda, du feyleqên cuda. Hejmara Hêzên QSD´ê tevî hêzên ewekariyê yên din, ji 100 hezar kesî dibuhere, hêzeke mezin e, weke du feyleqan mumkine ku di nava artêşa Sûriyê de xwe bi rêxistin bike.”
Eskerî zelal dibe siyasî zelûl e
Ji bo hevdîtinên bi Rûsan re jî Mezlûm Ebdî got, “Wek hûn dizanin tifaqek, rêkeftinek di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de çêbû, me hinek têbînî li ser vê tifaqê hebûn, me gelek bendên wê rast nedîtin, li ser vê yekê me gelek gotûbêj kirin û danûstandinên me çêbûn. Niha di aliyê leşkerî de lihevhatinek çêbûye. Lê ne zelal e ka em dê çawan bi hev re tevbigerin. Em ê çawan bikarin li pêşiya dagîrkeriya dewleta Tirk bisekinin, hêzên dewleta Rûsyayê çawan li vê derê bimînin û bi hêzên me re çawan hevahengiyê bikin, bi awayekî kordnîne bi hev re kar bikin, heta niha her ku diçe zelaltir dibe, di vî milî de pêşkevtinek heye, pirsgirêk nemaye, lê belê di mijarên siyasî de hêj tiştekî wisa zelal nîne.”
Divê Emerîka Tirkan bi zorê bide sekinandin
Ji bo garantoriya Emerîkayê jî fermandarê Giştî yê QSD´ê mezlûm Ebdî got, “Odeya Çalakiyaên Hevbeş di navbera me û amerîkiyan de heye, ew jî baş dizanin ku Tirkiye agirbestê binpê dike. Raporên ew didin hikûmeta xwe jî li ser vî esasî ne ku Tirk rêzê ji agirbestê re nagirin, êrişên xwe dewam dikin û sivîlan dikujin û her kesî dikin hedef. Emerîka garantorê agirbestê ye, heger nikare Tirkan bisekinîne jî pêwîst e ew cezayên ku dabûne Tirkiyê, cezayên aborî, di pratîkê de pêk bînin. Tiştê niha divê Amerîka bike ev e, ku trikan bi zorê bide sekinandin.”