Welatiyê bi navê Mehmet Tahîr Îlhan ê kerr û lale, bi îdîaya li Mêrsînê tevlî çalakiyekê bû saleke di girtîgehê deye û bi îdîayên "Li ser navê rêxistinê sûc kir", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li hemberî karmendê li ser kar berxweda" 25 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Parêzerê Îlhan, Tugay Bek, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Gelo kesê nikare biaxive çawa dê sloganan berz bike?"
Di 21'ê Nîsana 2011'an de li kolana Çîftçîler ya Bulvara Okan Merzencî ya taxa Kurdalî ya navçeya Toroslerê ya Mêrsînê komekê bi armanca şermezarkirina vetokirina namzetên serbixwe saet di 03.30'an de rê li trafîkê girt û çalakî li darxistibûn. Polîsan mudaxele li çalakiyê kir û Ugur Korkmaz û Mehmet Tahîr Îlhan ê lal û kerr bi îdîaya slogan berz kirin binçavkiribûn. Korkmaz û Îlhan bi îdayên "Li ser navê rêxistinê sûc kir", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li hemberî karmendê li ser kar berxweda" hatibûn girtin. Piştî lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hate meşandin der heqê Îlhan de doz hate vekirin. Di rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê de dozger ji her du bersûcan bi îdîayên "Li gel endamên rêxistinên nîn in li ser navê rêxistinê sûc kirin", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li hemberî karmendê li ser kar berxweda" 25 sal cezayê girtîgehê xwest.

'Dozgeriyê lîmon sûc hesiband'
Dozgeriyê di mutalaya xwe de ji Îlhan re ji ber "sloganên dijzagonî berzkirin" û di lêgerîna binçavan de egala dora wê bi rengan hatî xemilandin, qerta sing a peywirdariyê û perçeyê lîmonê sûc hesiband. Îlhan jî di parastina xwe ya bi riya tercuman dayî de wiha got: "Roja bûyerê ez ji kompleksa halê derketim. Ez rastî koma çalakî li dar dixistin hatim. Hevalê min ê di nav komê de bang li min kir lê min qebûl nekir. Di wê demê de polîsan mudaxele li komê kir. Kesên di nav komê de dest bi revê kir. Ez di nav wan de mam û polîsan ez girtim. Dema ez hatim girtin egala li ser min ya min e. Lîmon jî ayîdî min e û min ji bo ku bandora gazê kêm bike danî cem xwe. Min di dema çalakiyê de bi kevir û molotofan êrîş li polîsan nekir."

'Kesekî neaxive dê çawa sloganan berz bike'
Parêzerê bersûcan Tugay Bek, diyar kir ku wê demê BDP'ê, welatî û rêxistinên sivîl ên civakî bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman û li gorî "Fermana rêxistinê nebû" Bek, anî ziman ku Îlhan bi awayeke neheq saleke di girtîgehê de ye û wiha got: "İlhan dema ku hate dinê kerr û lal bû û tu tiştî nabihîze û li gel vê yekê xwendin û nivîsandina wi jî tuneye. Ev çalakî ji aliyê BDP'ê ve hate kirin. Îlhan nikare sloganan berz bike. Ez dixwazim ku ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Rûniştina biryarê 21'ê hezîranê de ye."


HAMDULLAH KESEN / DÎHA/EDENE