Hozanên Kurd Diyar û Emekçî bi klîpekê piştgirî da berxwedana li dijî tecrîdkirina Ocalan.

Hozanên Kurd Diyar û Emekçî li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê klîbek amade kir û got, wan xwest ji aliyê xwe ve bibin beşek ji vê berxwedanê û bang li her kesî kir da ku piştgiriya vê berxwedanê bikin.

Hozan Diyar û Hozan Emekçî bi rêya klîpa xwe balê dikişînin ser grevên birçîbûnê. Gotin û muzîka stranê ya Hozan Diyar e. Navê klîpê jî Canlar Semahi ye.

Hozan Diyar got, “Ya ku îro diqewime, Semaha Canan e. Lewma divê Elewî hemû tevlî vê semahê bibin.”

Hozan Emekçî jî da xuyakirin ku bêdengiya li pêşberî tecrîdkirina Ocalan tê wateya dûrketina ji nirxên mirovahiyê û got, “Di serî de jin û ciwan, civaka Elewî divê mirovên ku ji bo siberoja me bedena xwe dane ber mirinê, bi tenê nehêle. Divê em tevlî vê têkoşînê bibin.” 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN