Yekîtiya Ciwanên Suryanî û Yekîtiya Suryan, li Qamişlo bi boneya cejna noelê ku weke rojbûna Hz. Îsa tê qebûlkirin û sersalê, şahî li dar xist. Di Şahiya li hola El- Selam de li zarokên şehîdên di şerê li hember DAIŞ’ê de cane xwe feda kirî, bav noelî diyarî belav kirin. Endamên Yekîtiya Jinên Suryan zarok pêşwazî kiribûn.
QAMIŞLO