Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla roja xwe ya 73’an de bajara Minbicê ji çeteyan bi temamî hat rizgarkirin. Doh saet di 17.05’an Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mizgînî da gelê Kurd û gelên cîhanê.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî opersyona ku 73 rojan dewam kir, bajarê Minbic bi temamî ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin. Nûçegîhanên ANHA’yê yên operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla dişopandin, diyar kirin ku şervanên Melîsa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbicê bi temamî doh saet di 17:05’an de ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin.
170 hezar welatiyên sivîl hat xilaskirin
Her wiha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyanike dabû xuyakirin ku heta niha 170 hezar welatiyên sivîl xelas kiriye. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya li bajarê Minbicê û operasyona rizgarkirinê de doh daxuyaniyeke nivîskî da. Piştî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nûçegihanên li herêmê ragihandin ku bajêr bi temamî hatiye paqijkirin.
ANHA/MINBIC