Hêzên YAT`ê yên ser bi YPG`ê li kantona Girê Spî komeke ku bi cilên QSD`ê diziya welatiyên herêmê dikir, girt. Li kantona Girê Spî ya herêma Firatê ev koma  ji 7 kesan bi navê QSD`ê diziya welatiyên herêmê dikir; endamên komê hemû ji aliyê hêzên YAT`ê ve hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên YAT`ê dane ajansa me, hêzên wan meheke bê navber ev kom dişopandin û paşê ew li navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî, di malekê de girtin.

YAT`ê da zanîn ku bi komê re 100 kîlo madeya hişbir, erebeyek û parçeyên çekan hatin girtin. Nasnameya van kesan jî hat eşkerekirin weke “Mehmûd Mihemed Mustefa ji navçeya Silûkê, Abdullah Himêdî Hîlal ji navçeya Silûkê ye û di nava hêzên koalisyonê de bû, Yasîn Himêdî Hîlal ji navçeya Silûkê ye û di nava hêzên koalisyonê de bû, Salih Ehmed Mihemed ji navçeya Silûkê ye û di nava hêzên QSD`ê de bû, Elûş Şewax ji gundê Ebû Sose ye û sivîl e, Mihsin Mehmûd Dilş ji gundê Ebû Sose ye û sivîl e, Hesen Mihemed El-Yûsif ji navçeya Silûkê ye û di nava hêzên koalisyonê de ye”. 


 GIRÊ SPÎ