Firotina zeyta ji Efrîna dagirkirî, hatiye talankirin beriya niha gelek caran bûbû rojev. Li ser vê yekê rapor jî derçûn ku Tirkiyeyê zeyta ku ji zeytûnên Efrînê dizî li Ewrûpayê difiroşe. Niha gelek delîl û îsbatên vê talankeriyê derdikevin holê. Li ser înternetê, li Elmanyayê, şirketeke bi navê Mozzaik zeyta ji Efrînê difiroşe û vê yekê eşkere dike. Yanî zeyteke ku Tirkiyeyê bi talenkeriyê dest danî ser û di encama sûcê şer de xwediyên wê yên bi rastî koçber kirin, Tirkiye li Ewrûpayê difiroşe. Ev şirketa hanê bi markeya Kefr Cena vê zeytê difiroşe û li ser danasîna wê dinivîse ku ev zeyt li Sûrî hatiye hilberîn û ya Efrînê ye.
Beriya niha jî derketibû holê ku li gelek dikanên zad û qût difiroşin, zeyta dizî ya ji Efrînê tê firotin. Yek ji van jî dikana bi navê Mardin a li Aarhus a Danîmarkayê bû. Ya herî baş ew e ku ev dikan û tevahiya malên Tirkiyeyê yan jî di ser Tirkiyeyê re bê boykotkirin.
FRANKFURT