Çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê kom bi kom zeytûnan didizin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, nêzî 80 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê diziya zeytûnan kiriye û çeteyan zeytûn birine kargehan ku zeytê jê derxînin.
Wekî din, dewlet û çeteyên Tirk ên dagirker hewl didin bi zorê alên xwe bidin daliqandin. Herçî vê yekê neke jî li rastî zorên leşkeran tên.
Daxuyanî hatibû dayîn
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destpêka meha Tebaxê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Efrînê bi rengekî giran mafên mirovan tên binpêkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van kiryaran berpirsyar e. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî di nava meha Hezîranê de raporek weşand û diyar kir ku komên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê mal û milkên sivîlên Kurd desteser û talan kirine.
ANF/EFRÎN