Hunermend Lorîn Berzencî, da zanîn ku dê û bavê wê ew li ser hestên welatparêzîyê û Kurdperwerîyê mezin kiriye û wiha berdewam kir: "Ji ber bîr û bawerîyên wan em ji welatê xwe dûr û xerîb bûne. Îca çawa hûn dikarin vê pirsê ji min bikin?" Lorîn di berdewama gotnên xwe û wiha axifi: "Lê diyare bi rêvebirîya TRT 6 û karmendên wan baş fêm nekiriye û her bê destûra min muzîk û klîpên min danîne ser. Eger ez nexwazim beşdar bibim, çawa dibe ku berhemên min biweşînin?
Piştî bi vê yekê agehdarbûm, min peywendî bi şirketa Stim re danî, şirketa mafê dengbêj û hunermendan li Swêdê û di Ewrûpayê de hem nûnerî û hem jî diparêze û Stim, xwedan peywendîye li gel şirketên mîna wê di Tirkîyê de. Li serdaxwaza min nuha lêkolînek der barê vê rewşê vebûye. Ez jî nuha li bendî bersivdana Stimê me.
Mafê hunermendan gelekê caran tên xwarin û bila bêjim kanalê me yên Kurdan jî carna vî karî dikin û li gor wan divê yên hunermend memnûn û sipasîdar bin jî, lê helbetê ji ber ku TRT 6 e û ji ber ku min bi zelalî ji wan re nerazîbûn û neqebûlkirina xwe diyar kirîye, zêde aciz û tore me. Ez ê her bi daza xwe berdewam bim û mafê xwe wekî hunermend wenda nakim.
DÎHA/DUHOK