Egîtîm-Senê (Sendîkaya Perwerdeyê) di doza ku der barê mafê zimanê dayîkê de li DMME´yê vekiribû mafdar hate dîtin. Pêvajoya dozê bi salan dewam kir. Walîtiya Enqereyê di 15’ê Sibata 2002´an de bi hinceta ku Egîtîm-Sen´ê li gorî qanûnên sendîkayan tevnagere xwest Egîtîm-Sen gotina “zimanê zikmakî” ji rêziknameya xwe derbixe. Piştî ku sendîkayê ev yek qebûl nekir, Walîtiyê di 29’ê Adarê de doz lê vekir.
Egîtîm-Senê di 3’yê Tîrmeha 2002 de ev gotin guhert û li şûna wê gotina “Mafê hemû ferdên civakî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibîne û çanda xwe pêş bixe” bi cih kîr. Dozgeriyê jî diyar kir ku divê ev mijar di parlementoyê de bê gotûbêjkirin û di 16’ê Tîrmehê de gilî hate kirin. Lê ji ber daxwaza Serfermandariya Artêşa Tirk, Walîtiya Enqereyê careke din sendîkayê şand dadgehê. Egîtîm-Senê di 3’ê Tîrmeha 2005´an de gotina “zimanê zikmakî”ji rêziknameya xwe derxistin û doza wê li Dadgeha Bilind betal bû.
Sendîkayê piştre serî li DMME’yê da û diyar kir ku madeyên 10 û 11’emîn ên “azadiya ramanê” û “azadiya mafê sazkirina sendîkayan” ên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin.
DMME’yê der barê dozê de biryara dawî da û Tirkiyeyê bi dayîna 7 hezar û 500 Euro ceza û 411 Euro jî ji bo lêçûnên dozvekirinê mehkûm kir.
ANF/ENQERE