Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME), serlêdana ku li dijî binavkirina Heskîfa kevnare hatibû kirin, red kir.
Serlêdana ji bo Heskîfê beriya 13 salan hatibû kirin û DMME’yê biryara xwe ya li ser serlêdanê doh eşkere kir. Serlêdana ji bo Heskîfê li ser navê 5 kesan hatibû kirin ku her yek profesor, arkeolog, mîmar, nûçegihan û parêzer bûn. Sedema serlêdana wan ew bû ku digotin projeya Bendava Ilisûyê gefê navenda arkeolojîk a Heskîfê dixwe.
Dadgehê di biryara xwe ya dawî de îdîa kir ku serlêdan li xalên 35 §§ 3 a û 4. ên Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê nayê. Dadgehê îdîa kir ku di konsesusên Ewrûpayê de mafekî şexsî yê li asta gerdûnî ji bo parastina mîrateyeke çandî nîne.
BRUKSEL