Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) miracaeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand, têkildarî êşkenceya li Ocalan tê kirin, “biryara delîl ne têrker in” da. DMME´yê bi vê biryarê hewl da tecrîd û êşkenceya sîstema Îmraliyê rewa nîşan bide. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, li dijî biryara DMME’yê helwêst nîşan da û got, ev biryar nêzîkatiya Ewrûpayê ya li Kurdan nîşan dide.
DMME’yê ragihand ku miracaeta lêkolînê ya Ocalan a sala 2010’an, piştî 8 salan red kir.
Dadgehê bi bîr xist got endamên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dema ku Çileyê 2010’an Ocalan dîtî, rapora ‘êşkence lê nebûye’ hazir kiriye.
CPT´yê Çileyê 2010’an piştî serdana Îmraliyê di raporê de şertên girtîbûna Ocalan a materyal bi rengê ‘bi giştî dikare were qebûlkirin’ şîrove kiribû û tecrîd rewa kiribû.
Miracaeta behsa wê tê kirin, di 2’yê Adara 2010’an de hatibû kirin û wê digot, xala 2’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê ya têkilî mafê jiyanê, qedexeya êşkenceyê, xala 3’yan a têkilî mafê darizandina hiqûqî, xala 6’an, xala 13’an a ku mafê miracaetê dihewîne û xala 14’an a ku cudakeriyê qedexe dike, hatine binpêkirin.
DMME û CPT ji hev re şixulîn
Bi taybetî, di dema dawî de bêdengiya welatên rojavayî û rêxistinên navneteweyî li hember tecrîdkirina Ocalan, bi biryara DMME´yê ya li ser êşkenceya li Îmraliyê re hatiye piştrastkirin. CPT´ya ser bi Konseya Ewrûpayê, li şûna ku mercên heyî tesbît bike, têkildarî serdana berî du salan, rapor nivîsîbû.
Li gorî rapora CPT’yê ya Nîsana 2016’an, di mijara têkiliyên Ocalan û girtiyên din ên bi derve re fikar hebûn, û raporê digot, her diçe ev rewş xirabtir dibe. CPT’yê bang li rêveberên Tirkiyeyê kiribû ku dema ku girtî bixwazin divê tedbîrên serdanê yên malbat û parêzeran bên afirandin. Tevî vê jî hemû daxwazên di raporê de hatibûn bicihkirin, ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin pêkanîn.
Tecrîdê rewa dikin
Biryara DMME’yê di demekê de hat ku tecrîda li ser Ocalan bi halê herî xurû û şidandî dimeşe. Ocalan ji sala 2011’an ve ti hevdîtin bi parêzerên xwe re nekiriye. Ji Nîsana 2015’an û vir ve jî têkiliyên Ocalan bi cihana derve re bi temamî hatine qûtkirin. Miracaeta hevdîtinê ya dawî ya Îlonê ya malbata wî jî bi hinceta cezayê disiplînê, hatibû redkirin.
Çav li rê ye DMME biryara xwe ya bi sedem jî di demeke nêz de eşkere bike.
Piştgiriya tecrîdê ye
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û her wiha Endama Şandeya Îmraliyê, Pervîn Buldan, ji ber biryara DMME’yê nerazîbûn nîşan da.
Buldan got, “Divê ev biryar ne tenê li dijî Rêzdar Ocalan, lê weke helwêsta li dijî Kurdan hemûyan were fêhmkirin. Li ser rêzdar Ocalan ne tenê ji 2015’an ve tecrîdeke mutleq heye, ev 20 sal in tecrîdeke giran li ser wî heye.”
Buldan li ser mijarê nihêrîna xwe bi dewamî wiha îfade kir: “Em dibêjin hevdîtina Rêzdar Ocalan a bi parêzer, malbat û şandeyên serbixwe re, mafekî însanî, siyasî û sirûştî ye. Em biryara redkirinê ya DMME’yê rast nabînin.”
Buldan bi bîr xist Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û biryara DMME´yê wiha şîrove kir: “Biryara îro (doh) ya DMME’yê piştgiriya li tecrîdê ye. Divê ev biryara DMME’yê bi rengê nêzîkatiya welatên Ewrûpayê ya li Kurdan were dîtin. Ez dixwazim bibêjim, ev biryar ne rast e û demildest divê ev biryar were guhertin.”
NAVENDA NÛÇEYAN