Rayedarên darazê yên li Navçeya Nisebînê ya Mêrdînê di her doza ku vedikin îmze diavêjin bin sosretekî, skandalekî din. Serdozgeriya Komarê ya Nisebînê demek berî derbarî Cengîz Doganê ku ji doza KCK'a Şirnexê de di 20'ê Nîsanê 2009'an de li Navçeya Nisebînê di encama serdegirtina malan de li mala hevalê xwe hatibû binçavkirin û girtin de doz vekiribû û Doganê ku ev 3 sal û 2 meh e girtî ye, wekî li derve nîşan dabû. Serdozgerî angaşt kiribû ku Dogan beşdarî meşa di 18'ê Nîsanê 2011'an li Nisebînê hatiye lidarxistin, bûye û sûç kiriye. Heman dozgerî carekî din îmze avêt bin skandalekî û angaşt kir ku Dogan di 3'ê Sibatê 2011'an de beşdarî çalakiya ji aliyê MEYA-DER'ê hatiye lidarxistin, bûye û pankart hilgirtiye. Balkêş e ku dadgeh îdîanameya skandal a ji aliyê serdozerî hatiye amadekirin, qebûl kir û rûniştina ewil wekî 17'ê Cotmehê 2012'an diyar kir.

Şanoya hiqûqê tê lîstin !
Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisebînê ku îdîanameya 2011/950 hejmara lêpirsînê, 2011/634 esas û 2011/290 hejmara esas, qebûl kir û dê 28 kesên ku di nava wan de Dogan jî heye, di 17'ê Cotmehê 2012'an de bidarizîne. Dogan bi riya malbata xwe name şand û derbarî îdîanameya ku ji aliyê Dozgerê Komarê ya Nisebînê Mahfûz Şîmşek hatiye amadekirin de nêrîn û bertekên xwe anî ziman. Dogan, îdîanameyê wekî komediya hiqûqê bi nav kir û di nameya xwe de wiha got: "Carekî din heman Miduriyeta Polîsan a Nisebînê, Serdozgeriya Komarê ya Nisebînê û heman dadgeh bi angaştên xeyalî ku ji aliyê yekîneyên Cemeata Gulen a wekî Şaxa AKP'ê dixebitin bi awayekî bêşerm tên amadekirin min sûcdar dikin. Ev 3 sal û nîv e ez girtî me û neçûme Nisebînê. Lê wekî salek berê ez çûme wir û beşdarî Meşa Gorên Komî ya ku di 3'ê Sibatê 2011'an ji aliyê MEYA-DER'ê hatiye lidarxistin, bûme tê nîşandin û serdozgerî jî bi vê angaştê derbarî min îdîaname amade kiriye. Ez ê di 17'ê Cotmehê 2012'an de tevî 28 kesan derkevim li Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisebînê pêşberî dadger. 15 Gulanê 2012'an de îdîanameya skandal gihaşt destê min û min di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de ji vê skandalê hatim agahdar kirin. Ez ji rayedarên dewletê yên ku ligel 3 sal e girtî me, min wekî li derva nîşan didin, dibêjim eferin, bravo ! Bi rastî jî pir jêhatî ne ! "


'Gelo ruhê min li Nisebînê digere?'
Dogan diyar kir ku êdî nikare wateyê bide van bûyerên ku diqewime û nameya xwe wiha domand: "Ez ji xwe re dibêjim, gelo cinên min, ruhê min li Nisebînê digere ? Gelo min polîsên Nisebînê pir tirsandiye ? Gelo li Nisebînê kesekî ku navê min bikar tîne û bi ameliyata estîtîkê rûyê wî hatiye guhertin û şibandine min, heye ? An jî gelo midurê girtîgehê, cendermeyên girtîgehê an jî dozgerê girtîgehê hin caran ji bo çend rojan min berdidin û dişînin malê, lê haya min jê tune ye ? Êdî AKP û Cemeata Gulen divê dest ji dijminatiya gelê Kurd berde û ji bo hiqûq, dad û aştiyê bikeve nava hewldanan. Nexwe ew jî di nav de dê hemû Tirkiye wenda bike."
Bi vê îdîaname ya ku ji aliyê heman dozger hatiye amadekirin û ev 2 care îmze diavêje bin skandalan, derket holê ku girtînameyên ku ji aliyê polîsan ku kêfî tê nivîsandin ji aliyê dozgeriyê ve bêlêpirsîn û bêxwendin tê qebûl kirin.
Nûçeya Skandala ewil a Serdozgeriya Komarê ya Nisebînê ya derbarî Cengîz Dogan, di 20 Cotmehê 2011'an de ji aliyê ajansa me DÎHA'yê bi sernavê "Ji Dozger lêpirsîna skandal: Dema li girtîgehê de bû, li derve pankart daliqand" hatibû weşandin. Dogan li ser vê bi daxwaznameyekî serî li dozgeriyê dabû, lê tu bersiv nehatibû dayîn.

 DÎHA /AMED