Her yek ji 12 hezar mirovên li Mexmûrê xwedî çîrokeke cuda ye. Lê belê aliyekî hevpar ê çîroka hemûyan heye. Ew jî zext û êşkenceya dewleta Tirk a li gundên wan ên li Bakurê Kurdistanê ye ku cerdevanî li wan ferz kirin û gundên wan şewitandin. Beriya gundên wan bên şewitandin hinek ji gundên wan salekê hinek jî du salan di nava ambargoyê de hatin hiştin.

Yek ji kesên ku ev yek bi serê wê ve hatiye Dayika Aştiyê Qumrî Tûnç e ku 20 roj in ji bo ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê dike. Tûnç ji gundê Mijin ê Şirnexê ye. Mijin yek ji gundên Şirnexê ye ku bû hedefa zext û êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi zexta cerdevankirinê dest bi zext û zordariya xwe kir. Ji ber ku gundiyan cerdevanî qebûl nekirin vê carê dest bi ambargoyê kir. Di destpêka salên 1990’î de vê carê ji bo gundiyan li bajaran belav bike dest bi şewitandina gundan kir. Şêniyên Mijinê jî tevî hemû zext û zordariyan gundê xwe neterikandin. Dewleta Tirk jî ji aliyekî ve bi şewitandina gund gef li gund xwar, li aliyê din dest bi ambargoyê kir.

Dewleta Tirk cerdevanî li me ferz kir

Qumrî Tûnç dûrûdirij qala êşkenceya dewleta Tirk kir û serhatiya Mexmûrê anî ziman:

“Leşkeran bênavbera diavêtin ser gundê me. Hin caran bi şev diavêtin ser gund. Dixwestin ku em bibin cerdevan. Li gund kesî ev bêrûmetî qebûl nekir. Ji ber vê yekê wan jî zexta xwe zêde kirin. Heta sala 1993’an bi vî rengî dom kir.

Qumriyê qala şewitandina xaniyên xwe dike, qala birçîbûn û tîbûna xwe dike û qala derbasbûna xwe ya Başûrê Kurdistanê dike. Dibêje, li pêş çavên me zarok mirin, lê dîsa me serê xwe xwar nekir û li ber xwe dide. Qumriyê qonax qala serhatiyên xwe yên li kampên weke Etrûş, Nînova û heta Mexmûrê dike.

Qumriyê piştî ku qala vê dijminatiya dewleta Tirk dike, dibêje, îro jî PDK heman tiştî dike. Ji roja ku em hatine vê deverê û vir ve ambargoyê li me ferz dikin û em jî li dij ambargoyan li ber xwe didin. Niha careke din ambargoyê dimeşînin. Ji bo bidawîbûna vê ambargoyê em li ber xwe didin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Çawa ku me ambargoyên din têk birin em ê vê ambargoyê jî têk bibin.”

 

ANF / MEXMÛR