Beriya bi 18 salan li girtîgehên Tirkiyeyê komkujî hate kirin. Ji şahidên komkujiyan Nacî Tanrikûlû li ser berxwedana girtiyan ya li dijî zilm û tecrîdê axîvî got, “Hingê jî li dijî tecrîdê berxwedan hebû, îro jî.” 20’ê Cotmeha 2000’î, li dijî biryara dewleta Tirk ku xwest Sîstema Girtîgehên Tîpa F bixe meriyetê, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê piştî roja 45’an veguherî rojiya mirinê. Ji bo şikandina berxwedanê 19’ê Kanûnê, dewletê bi awakî hemwext êriş bir ser 20 girtîgehan. Di encamê de 32 girtî hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn. Ev komkujî bi destê 10 hezar polîs û eskeran hate kirin û navê “Operasyona vegera li jiyanê” lê hate kirin.

Şahidê komkujiyê Nacî Tanrikûlû ku hingê li Girtîgeha Umraniyeyê bû, li ser wan kêliyan axivî. Tanrikûlû anî ziman ku girtîgeh yek ji deverên sereke ne ku şerê îradeyê bi tundî lê tê kirin û got, dewlet her tim dixwaze vê qadê biqedîne. Lewma komkujiya 19’ê Kanûnê bi aqlê serdest ê dewletê hate kirin. Beriya êrişê, girtîgehên Tîpa F jixwe hatibûn amadekirin. Li dijî vê yekê jî li girtîgehan berxwedanê dest pê kir.

Ya esasî helwesta civakê ye

Tanrikûlû di dawî de got, “Wê rojê jî li dijî tecrîdê berxwedan hebû, niha jî. Niha daxwaza rakirina tecrîdê tê kirin. Ji bo vê daxwazê jî berxwedanek mezin heye. Helwêsta civakê wê vê pêvajoyê û encama wê diyar bike.”

 

ANF/AMED