Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê a 5´emîn pêr bi nîşandana filma Zer, dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de doh jî 18 film hatin nîşandan.

Di roja duyem de li 4 holên cuda yên sînemayê ev film hatin nîşandan. Di nava filmên doh nîşandayî de The Angel of Thaousends Stones (Ferişteya bi hezaran kevirî) ya Keivan Mejidi,  Pieta ya Kim Ki-duk a ji Koreya Başûr,  û filma 14´ê Tîrmehê a Haşim Aydemir jî hene. 

Festîval wê heta 16ê Îlona 2017´an dewam bike û bi temamî 131 filmên Kurdî û biyanî bên nîşan dan. 


  DUHOK