Bi hezaran şêniyên Dêrikê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe ve posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn, her wiha alên partiyên siyasî û sazyên civaka sivîl û şaxên zeytûnan hilgirtibûn û berê xwe dan Meydana Azadî. Meşvanan her wiha pankartên bi nivîsên ʺEfrîn Keleha berxwedanêyê û dê biserkeveʺ, ʺEm serê xwe ji kesî re natewîninʺ, ʺEm êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar dikinʺ û ʺEm êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê şermezar dikin, Azadiya Rêber APO azadiya me yeʺ vekiribûn.
Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Şêwirmendê Hevserokatiya Cizîrê Efram Ishaq Îbrehîm, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl, her wiha bi sendan koçberên Îraqê yên di kampa Roj de jiyan dikin jî cihê xwe tevlî meşê bûn.
Berxwedan me planan pûç dike Meşvanên ku bê navber dirûşme davêtin li kolanên bajêr meşiyan û li Çerxeriya Şehîdan kom bûn. Li vir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Endamê Kordînasyona Meclîsa TEV-DEMʹê a Dêrikê Telet Yûnis axivî û got: "Hemû gelê Bakurê Sûriyê li piştî Efrînê ye û tu kes dê nikaribe îradeya civaka ku fêrî felsefeya Rêber Ocalan a Neteweya Demokraîtk bûye bisekine.
Yûnis her wiha da zanîn ku hemû plan û lîstokên li dijî gelê me pêk tên dê bisernekevin û wiha dom kir: ʺGelê me bi hevgitî ye û biratiya xwe dikare hemû planan vala derxe. Hemû planên li dijî Rojava hatine rêsan vala hatine derxistin û pîlanên têne kirin jî bi berxwedana gelê me dê têk biçin.ʺ
Efrîn ne bi tenê ye
Paşê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm jî axivî û got: ʺBanga min ji hemû gelê Efrînê re, bila baş bizanibin ku Dêrik û Kobanê li pişt wene, Dêrik û Efrîn paskên Netewa Demokratîk e û Kobanê keleha wê ye. Wekî çawa plana dewleta Tirk a li dijî Kobanê têk çû, dê li Efrînê jî têk biçin.ʺ
Li ser navê Suryaniyan jî Şêwirmendê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Ifram Îbrehîm axivî û got: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ne nû ne . ʺHemû planên wan têk çûn, plana wan a li dijî Efrînê jî dê têk biçe. Çawa Kobanê bi ser ket, wê gelê me yê Efrînê jî bi ser keve.ʺ Meşvanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.
ANHA/DÊRIK