Li gorî çavkaniyekê ji Efrînê pêr welatiyek ji bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve li pêşiya mala xwe hat kuştin. Nasnameya welatiyê hate kuştin, hîna nehatiye diyarkirin. Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk doh 7 şênî ku di nav de jinek jî heye, ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê revandin. Herwiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên El-Hemzat ên artêşa Tirk a dagirker şêniyekî Êzîdî bi navê Êzdîxan Arif Hiso (32) ê ji gundê Feqîra yê girêdayî Cindirêsê revandiye. Li navçeya Şiyê jî, çeteyên Sultan Selman Şah ku bi navê (El-Emşat) têne naskirin, welatiyê bi navê Elî Arif Hemîd ê ji gundê Çiqilê, revand. Çeteyên Muntesêr Billah ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 2 şêniyên bi navê Ismaîl Kor Seydo û endezyar Ehmed Mixtar Seydo ji navçeya Şiyê revandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN