FADIL DONMA / CELLE

Semînera “Do Şengal îro Rojava” li bajarê Elmanyayê Burgdorfê li Dêra Paulus pêk hat. Semîner ji alyê Sazîya Landungsbrücke e.V ve hate organîzekirin. Qisekerên Seminerê Holger Geisler, Sebra Xaltî, Buhar Selvî, Keşe Paul û Claudia Ruhs bûn.

Berdevkê Meclîsa Navendî ya Êzîdîyan Holger Geisler ji bo ku Fermanên li ser Gelê Kurd û bi taybetî civaka Êzîdî tên meşandin, bê rawestandin. miletê li Elmanyayê agahdar dike. Holger Geisler di semînerê de got, “Dema êriş li dijç Êzîdiyan çebû, wan berê xwe da çîyayan. Divê em qîrîn û hewara wan li her derê belav bikin û xelkê pê bihisînin. Ti elaqeya DAIŞ´ê bi mislimantiyê re nîne.

Hinek hene xwe Kurdên Êzîdî, Êzîdîyên Kurd, Ezîdiyên Êzîdî dibînin, lê ti cûdatî di navbera wan de nîne. Civaka Êzîdî hemû yek e û divê zêde hev bigirin. Wekî din ti firsenda wan a hebûnê nîne.”

Kitêba Keçên Rojê

Şair Sebra Xaltî ya ji sala 1985´an ve li Elmanyayê dimîne jî got, “Ez li ser xwe ferz dibînim ku ez êşa gelê xwe bi xelkê bidim nasîn. Jinên ji ber DAIŞ´ê yan jî ji destên DAIŞ´ê xwe xelas kirin û herî dawîyê ji ber dewleta Tirk reviyan, em hevdîtinan bi wan re dikin û travmaya wan dinivîsînin. Ji ber wusa min û hevkara min Claudia Ruhs me biryar da ku em pirtûkekê li ser van jinan derxin. Navê Pirtuka me Keçên Rojê ye ji ber ku her dayikên Kurd keçên xwe wusa bi nav dike.”

Ev kitêb wê Adara 2020´an li fuara pirtûkan a Leipzigê amade be. Wê wekî din xwest alîkairya madî bê kirin da ku kitêb karibe bi rehetî bê çapkirin.

Alîkarî wê bi komeleya Landungsbrücke e.V. re bê kirin û nîşana “Kecemn Roje”

(IBAN: DE58  2519 0001 0704 6987 00).