Zarokê 12 salî G.K. ya ji derenceyan ket û rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê, bi hinceta ji derziyê ditirse, rastê îşkenceya bijîşkan hat. Doktoran bêyî ku G.K. derman bikin ji nexweşxaneyê derxistin. Li navçeya Amedê Farqînê 14 Tebaxê zarokê 12 salî G.K. ji derenceyan ket û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Ji ber ku rewşa G.K. giran bû raste rast şandin Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê û li beşa Cerahî ya Zarokan hat dermankirin. G.K. ji ber fatereşka xwe bi rojan hat dermankirin û 19 Tebaxê rastê êşkenceya bijîşk Suat Ç. û hemşîreya bi navê Erol hat. Li gorî vegotinên malbata G.K., bijîşk û hemşîre dema xwastin xwînê ji laşê G.K. bigirin, ew ji derziyê ditirsiya û ji ber vê yekê bijîşkan li wê daye.
Şeqam li zarokê dan
Dayika G.K. da zanîn ku ew jî li ber serê zarokê xwe bû û doktor û hemşîre ji wî re gotine, “Ez ê wî edeb bikim û tu derkeve”, û bi vî rengî ew ji odeyê derxistine. Dayika G.K. got, ew bi hawara kurê xwe ya ‘Dayê haware, doktor ez kuştim’ dîsa ketiye odeyê û dîtîye ku doktor guhê kurê wê dikişîne û şeqam lêdaye.
Êşkence li kurê min kirin
Bavê G.K. Tahsîn K. jî anî ziman ew li ser telefona hevsera xwe çûye nexweşxaneyê û nerazîbûn nîşanî doktor daye. Tahsîn K. diyar kir ku kurê wî rastê îşkenceya doktor hatiye û wiha peyovî: “Her du berzendkên kurê min bi şûna derziyan şîn bûne. Ev jî nîşaneya îşkenceya doktor e. Li ser îşkenceyê doktor kurê min derman nekir û me ji nexweşxaneyê derxist. Her wiha gef li hemşîreyên peywirdar jî xwarin. Kîsikê mîzê jî bêbal ji laşê wî derxist.” Kurê Tahsîn K. paşê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî di beşa Cerahiya Zarokan de tê dermankirin.
Êşkence ye
Bavê G.K. Tahsîn K. giliyê doktorê êşkencekar li cem polîs kir, wan jî bûyer weke ya êşkenceyê tomar kir û rapora wê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî xwest. Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ji rapor amade kir û di raporê de diyar kir ku li ser singa G.K. û li ser her du destên wî şûna derziyan heye. Her wiha di encama êşkenceyê de laşê G.K. ji ber edabgirtinê werimiye. Bav Tahsîn K. got, doktor Suat Ç. xwestiye lêborînê ji malbatê bixwaze û derbarê vê yekê de wiha peyivî: “Dilê min şewitî. doktorek wisa ji zarokê 12 salî bike, dê çi ji zarokên din bike. Ez gilîdarim.” Hat zanîn ku rewşa tendûristiya G.K ber bi başbûnê ve diçe û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî jî kariye veqete. Li ser îdîayên êşkenceyê beşa Cerahiya Zarokan a Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê jî bersiv neda telefonan.
DÎHABER/AMED