EREM KANSOY/REQA
Di pêngavên Şoreşa Rojava de, kesek heye ku yek kêliyê jî li ji bereya herî li pêş bi dûr neketiye. Wî 15 sal ji temenê xwe 35 salî li nava Tevgera Rizgariya Kurd de bihurandin û 6 sal ji van jî di ava YPG´ê de. Ew li ser xeteke di navbera mirin û jiyanê de bi salan e doktoriya şervanên Rojava dike: Heval Akîf niha jî li bereya Reqayê ye.
Heval Akîf şahidê koma êş, azar û zehmetiyên berxwedanê û şoreşa Rojava ye, û rûyekî din ê fedakariyê ye.
Her roj li bereya pêş e
Li Minbicê, Kobanê, Efrînî, Cizîrê, li her bihosteke axa Rojava, çi pêngaveke li dijî çeteyan hatî birêvebirin hebe, Heval Akîf di sengerên pêş de cihê xwe girtiye. Li meydana şerî, li avahiyeke ji hev de ketî, li cihê herî nêzîkî bereyê, ew amade bû. Di bin gule û topan de wî karê xwe kir, mirov li jiyanê vegerandin, şervanên birîndar derman kirin. Ji ber ku şev û roja şerî nîne, şev û roja Heval Akîf jî nîne.
Heval Akîf kêliya herî lê tesîr kirî jî weke komkujiya Kobanê bi nav dike: “Li Kolanan zarok hatibûn serjêkirin, li kolanan jinên birîndar û du canî hebûn, cenazeyên bi sedan kesî li navenda bajêr bi rojan man, dengê birîndaran 3-4 rojan her bilind dibû”. Ji bo xwe her cara ku birîndarekî giran li jiyanê vedigerîne, wekî kêliyên xwe yên bextewariyê bi nav dike.
Ji bo jiyanê alternatîfan çêdike
Heval Akîf, îşaret bi girtina sînoran û hebûna zehmetiyan jî dike û dibêje, “Li dinyayê ev qas derfet hene, lê em bêpar hatin hiştin. Ji ber wê jî em neçar bûn di nava nebûnê de ya ne mumkin e bi ser bixin. Me bi sedan sivîl û şervan ji mirinê xilas kirin. Mînak, bi sîleheke agirî hestûyê miropvekî şikestiye, divê ez wî hestûyî sabît bikim. Yan jî divê emeliyat bikim. Lê ti cîhazên me nînin. Mekanekî me yê sterîlîze jî nîne. Ji ber ku parçeyek plastîk a sabîtker nîne, ez jî alternatîfan çêdikim. Ji parçeyên refên dolabeke sarincê parçeyan qut dikim, yan jî texteyan bi kar tînim, da ku birîndarî bigihînin nexweşxaneyê û pîjên tûj ên hestûyên sînîran qut nekin.”
Peyama doktorê bereyê, Heval Akîf jî ew e ku Kurdên seranserê dinyayê û nexasim ên Ewrûpayê, heger bi xwe nikaribin yekser destek jî bikin, bi alîkariya madî destekê bidin Rojava û gelê wê: “Herkes divê alîkariyê bike, herkesê ji xwe re dibêje welatparêz divê destê alîkariyê bide Rojava.”