Doktor û dermanfiroşên gundên Minbicê yên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgakririn ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariya di warê tenduristiyê de, komîteyek ji 12 kesan ava kirin. Di nava komîteyê de doktorên pispor ên beşên cuda cih digirin.

Ev komîte wê li Nexweşxaneya gundê El-Heyê bi awayekî sîstematîk nobedariyê bikin û xizmeta tenduristiyê bidin şêniyên herêmê.

Doktorên van gundan piştî ku bi rayedarên Meclîsa Sivîl a Minbicê re rûniştin, pêwîstî bi avakirina vê komîteyê dîtin.

Di civîna doktoran û meclîsê de Ebdulmunhim Hesen, Nûreddîn Hac Mihemed û Betûl El-Nemir wekî rêveberiyeke hevbeş a komîteyê hatin diyarkirin. 


 ANHA/MINBIC