Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Babê, Botan Turkmenî diyar kir ku li ser banga gelê Babê 7 hêzên leşkerî meclisa leşkerî ava kirine û got: "Bajarê Babê yê di bin dagirkeriya çeteyan de, dê ji hêla zarokên Babê ve bê azadkirin."
Bi hevkariya gelek hêzan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatibû avakirin û bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî azadkirina Minbicê, bi avakirina Meclîsa Leşkerî ya Babê ya ji 7 hêzan, li dijî bajarê Babê amadekariya operasyona rizgirkirinê tê kirin.
'Bab wê bibe sembola şoreşê'
Fermandarê eniya Tirkmenan ê Meclîsa Leşkerî ya Babê Botan Turkmenî da zanîn ku gelên li Babê û herêmê, bi hemû wehşetên çeteyan re rû bi rû dimînin, herî dawî çeteyên DAIŞ'ê dixwazin hemû rêgezên exlaqî û çandî yên jiyana hevpar a gelên herêmê ji hev de bixin. Turkmenî, destnîşan kir ku bi salan e gelên herêmê bi têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya rejîma Baasê ya yekperest û çeteyan, bû xwedî tecrûbeyeke girîng û got: "Me tecrûbeyeke girîng û serketî bi dest xist. Hemû hêzê, tabûr û welatparêzên li dora rêgezên exlaqî û jiyana hevpar civiyane, dê peywîra xwe ya jiyanî û bi rûmet bînin cih. Bi tecrûbeya bajarê cîran Minbica azad, ji bo azadiya gelê me em dê bi hev re têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Ji bo azadiya tevahî Sûriyeyê û jiyana hevbeş em dixwazin gaveke din jî bavêjin. Ji ber vê me Meclîsa Leşkerî a Babê îlan kir. Ev meclis dê ji bo axa Babê bibe sîwana şoreşa hevbeş. Em ê di binê vê sîwanê de Bab û erdnîgariya derûdora wê ji zilma çeteyan azad bikin. Ev dê bibe avakirina Sûriyeya azad, demokratîk û jiyana hevpar a gelan."
'Em ê li gorî banga gelê xwe tevbigerin'
Fermandar Turkmenî destnîşan kir ku li Babê, gund û bajarokên herêmê gel ji bo rizgariya ji dagirkeriya çeteyan bangî wan dike û wiha pê de çû: "Meclîsa me wê li dijî DAIŞ a dijminê mirovahiyê şer bike. Dê ji bo hemû gelên herêmê beyî ku cudahiyekî bike navbera wan, azadiyê bîne. Deriyê me li hemû hêz, tabûr û aliyên welatparêz ên ku dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, vekirî ye. Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Babê, nikarin çav û guhên xwe li qêrîna gelên herêmê bigirin."
'Meclîs ji zarokên Babê pêk tê'
Turkmenî di dawiya axaftina xwe de der barê hêzên di meclîsê de jî agahî dan û got, "Di Meclîsa Leşkerî ya Babê de Eniya Şoreşgerên Babê, Tûgaya Şehîdên Qebasîn, Tûgaya El-Selacîqa, Tabûrên Şehîdên Çoltera Babê, Tabûrên Ehrar Erîma, Tûgaya Şehîd Silo El-Raî û şervanên Tûgaya Şehîdên El-Kiêba cih digirin. Ji navên wan de jî diyar dibe ev tabûr û hêz ji zarokên gund û bajarokên Babê pêk tên. Bajarê Babê yê di bin dagirkerî û zilma çeteyan de, zarokên Babê dê gelê xwe rizgar bikin."
Herêma Şehbayê destekê dide
Meclîsa herêmên Şehbayê, Buroya Têkîliyên Dîplomatîk a herêmên Şehbayê, her wiha Meclîsa rûspiyên herêmê bi hev re daxuyaniyek hevbeş dan û piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Babê kirin.
Daxuyanî bi vî rengî bû: “Ev zêdetirî salekê ye pêkhateyên herêmên Şehbayê yên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser destê çeteyên DAIŞꞌê gelek zehmetî kişandine. Bi dehan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûn. Li van herêman çeteyan zilma herî mezin bi serê jinan dianî û kiryarên derveyî sînorên mirovahiyê li wan dikirin.
Rizgarkirina Minbicê bi ser destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSDꞌê şêniyên herêma Babê motîve kir ku xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Babê de bi rêxistin bikin, hêza xwe xurt bikin û li gel hêzên QSDꞌê, herêma xwe rizgar bikin.”
ERDOGAN ALTAN / DÎHA/EFRÎN