
Şaredariya Romayê ya Îtalyayê beriya du hefteyan bi biryara partiyên siyasî yên di meclîsa şaredariyê de cih digirin yên wekî Çep, SEL’ê bi banga wan bi îmzeyên PD, M5S, Lîsta Marchini û Alleanza Popolara Nazionaleyê ve Şaredariya Kobanê wekî “Şaredariya bira” diyar kir. Ligel ku di navbera wan de nêrînan de cudatî he ye jî partiyên siyasî yekem car di xaleke hevpar de gihîştin hev û di çarçoveya biryarê de ala Rojava li avahiya şaredariyê hat daliqandin.
Piştî vê piştgiriya watedar a ji bo Kobanê hatiye dayîn, Endamê Meclîsa Partiya SEL a Şaredariya Romayê Gianluca Peciola ku gelek hewldanê wê he ne wekî nûnera Şaredariya Romayê hat Amedê beşdarî “Konferansa jinûveînşakirina Kobanê” bû.
Ji bo Kobanê banga seferberiyê
Gianluca Peciola ji bo biryara “şaredariya bira” got, divê her kes ji bo Kobanê û gelê Kurd çi ji destên wî/wê tê bike û ji ber ku baweriya wan ev e, ev biryar girtine. Peciola anî ziman ku DAIŞ tenê dijminê Kobanê û gelê Kurd nîn e, ji bo hemû gelên cihanê dijmin e û wiha dewam kir: “Li hemberî vê yekê Romaya paytexta Îtalyayê ye berxwedan nîşan da û bi vêrengî me xwest nîşan bidin ku bi gelê Kurd û Kobanê re ne. Me ji bo vê yekê îmzeya xwe avêt bin biryarê.”
Peciola destnîşan kir ku tişta herî zêde bandor kiriye ku ew vê biryarê bigirin berxwedana li Kobanê, Roma ya ku ji nêz ve bi forma jiyana nû ya li Kobanêya tê înşakirin û eleqeya gelê Roma û Îtalyayê ye.
Peciola ya ku wek nûnerê Şaredarê Romayêkonferansê dişopîne ji bo girîngiya konferansê û xebatên înşakirina Kobanê jî got, ligel ku konferans ji bo înşakirina Kobanê gava yekem e jî nîqaşên berfireh hatine kirin. Peciola anî ziman ku beşdarên konferansê xwedî ligel ku xwedî îdeolojiyên cuda ne jî têkildarî înşakirina Kobanê nêrîn û fikrên xwe vegotine û wiha berdewam kir: “Ligel vê cudabûnê jî tekane hedef he bû, ew jî ji nû ve înşakirina Kobanê bû. Piştgirîdayîna berxwedana heyî bû. Ji bo me ya girîng jî ev bû.”
Peciola da zanîn ku wan xwestiye konferansa duyemîn a li Ewropayê li Romayê bê lidarxistin, ji bo vê yekê di navbera xwe de nîqaş kirine lê piştre hîn bûne ku dê li Hamburgê bê lidarxistin. Peciola got, ji ber vê yekê xemgîn bûne, lê ew ê beşdarî konferansê bibin, ji bilî vê jî di serî de Kobanê û statuya Rojava ji aliyê Parlamentoya Îtalyayê ve bê naskirin xebatan dimeşînin.
Parlamenterên Îtalyan dê biçin Kobanê
Peciola derbirî ku ew ê di rojên pêş de bi komeke parlamenterên Îtalyan ve ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin plansaziya çûyîna Kobanê dikin. Pecîola di dawiya nirxandinên xwe de jî bal kişand ser korîdora mirovî û anî ziman ku ji bo ku korîdora alîkariya mirovî ya Kobanê bê vekirin û ji bo înşakirina Kobanê projeyên bên amadekirin jî çi pêwîst be dê bikin û ji bo vê yekê bixebitin.