
Jin wê biryara xwe bidin
Hevseroka DBP’ê Emîne Ayda da xuyakirin ku ewê der heqê jinan de biryarê negirin û di vê mijarê de wiha axivî: “Jin wê biryarên xwe bi xwe bidin. Ez vê yekê ji bo jinên di bin sîwana DBP’ê de dibêjim. Jin wê vê yekê ji desteya rêveberiya navendî re ragihînin. Emê ji bo bicihanîna van biryaran plansaziyê derxînin. Emê bi tenê ji bo bicihanîna biryarên wan, tevbigerin. Rêxistinbûyîna me rêxistinbûyîneke bi vî rengî ye.” Ayna da zanîn ku xebata wan a bingehîn jî ji aliyê îdeolojîk ve rêxistinkirina gel û girseyê ye û got, “Em partiyeke azadîxwaz in. Li dijî her şêweyên mêtîngeriyê em partiyeke azadîxwazin. Divê em ji niha û pê ve giraniyê bidin rêxistinbûyîna îdeolojîk. DBP’ê di heman demê de mîsyona perwerdeyê jî girt ser milê xwe. Emê bi kadroyên xwe û bi rêxistinkirina gel ji aliyê îdeolojîk ve vê pêk bînin.”
Li Rojava nûnertî
Ayna der barê hewldanê DBP’ê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand ku ew dixwazin ji bo vekirina buroyeke têkiliyên derve ya DBP’ê li Rojava, bingehekê ava bikin û got, “Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Rojava nas nake. Em bi awayekî ciddî vê rexne dikin. Em dibêjin, wê demê hewldanên te yên sereke ne ji bo gelê Kurd, ji bo berjewendiyên eşîrî ye. Tirkiye destûra çi dide ew jî wê dike, destûra çi nade wê nakin. Li hemberî vê yekê em dikarin nûneriyeke xwe vekin”. Ayna da zanîn ku li aliyên ji bo dewleta Tirkiyeyê Rojava nas bike ew di nava hewldanan de ne û wê bi çalakiyan hewl bidin pêşî li çavkaniyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê bigirin.
Bila meclîs neyê girtin
Ayna ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bal kişand ser qanûna çarçoveyê ya hefteya derbasbûyî ji aliyê Serokkomariyê ve hat erêkirin. Ayna ev nirxandin kir: “Aliyê girîng ji bo me ew e ku bi Birêz Ocalan re hatiye rûniştandin û nirxandin. Li ser xalên qanûnê hatiye axivîn. Lîder, rêberê gelê Kurd esas hatiye girtin û ev xal hatine derxistin û hatiye meclîsê. Em jê re dibêjin muzakere. Ne li gorî daxwaza me ye, lê hevdîtinên heta roja îro dihatin kirin rewa bû, îro qanûnî bû. Ev yek tê wateya; ji aliyê vînê ve qebûl bûye. Me heta roja îro têkoşîna vê meşandin. Ji ber vê yekê me girîngî da wê. Ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, bi vîna hatiye qebûlkirin re derxistina qanûnên çareseriyê ye.”
Azadiya Ocalan
Ayna di pêvajoya çareseriyê de girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir û got, “Serok Apo naxwaze der heqê tu tiştî de bi serê xwe biryarê bide. Di hevdîtinan de ne tenê nêrînên xwe, dixwaze nêrînan bigire, parve bike û perspektîfekê derxîne holê. Ev demokrasî ye. Dikare bi tena serê xwe jî bike. Lê belê rêbaza wî ya ji berê ve ev e. Divê xwedî komputer be, telefon be, karibe bi her şexs û saziyên pêwendîdar re hevdîtinê bike, binivîsîne. Ev yek wê nîşan bide ku dewlet bi niyeta çareseriyê nêz dibe yan na. Sedema bingehîn a bêbaweriya gel li AKP’ê jî, ragirtina Ocalan li hucreyê ye. Gel dibêje; dixwazin wî tune bikin. Eger ev şert û merc werin afirandin, wê gel bigihêje wê baweriyê ku AKP bûye xwedî vîna çareseriya vî karî.”
BRAHÎM AÇIKYER / ENQERE