
Taxa Reqa ya berê, birca saetê, kolana 23’an, depoya genim, qada futbolê û qadên eskerî yên rejîmê, ku cihên stratejîk ên Reqayê ne, QSD’ê dor li wan girt.
‘Cenga Mezin’ a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, bi rengekî serketî di roja 82´yan de dewam dike. Li bereyên bakur, başûr, rojava û rojhliat ên bajêr, şervanên QSD’ê şerekî dijwar dikin li dijî DAIŞ’ê. Şervanên QSD’ê bi rizgarkirina 15 taxên bajêr re % 60´ê Reqayê kontrol kirine. Şer li taxên El Berîd, Nehda, El Diriye û Hattînê ku li bereya rojava û li taxên Mansûra û Reqa berê yên li rojhilatê bajêr giran bûye. Bi rizgarkirina taxên Mansûra û Reqa berê re wê hejmara taxên rizgarkirî bibe 17. Tê payin, rizgarkirina taxa Reqa berê bandorê li tevahiya Reqayê bike. Tê gotin, DAIŞ‘ê temamiya parastina xwe li ser vê xetê û derdora wê kiriye.
Şerê li dora Birca Saetê
Taxa Reşîd a li bereya rojhilat beriya bi çend rojan hat rizgarkirin. Li taxên Mansûra û Reqa, berê jî ku li heman bereyê ye, şer dewam dike. Mansûra taxeke li navenda bajêr e. Li dora Birca Saetê ya li navenda vê taxê, van rojan şerekî giran diqewime. Saeta bircê li ser 16:00´an sekiniye, hê jî birca wê li ser xwe ye. Şervanan kolana sereke ya berê xwe li bircê ye kontrol kiriye. Şervanan bi 20-25 metreyan li pêşiya bircê, li dijî wesayitên bombebarkirî benda parastinê çêkiriye. DAIŞ‘ê ji bo kontrola QSD’ê ya li ser kolanê bişikîne, sekvanên xwe bi cih kirine.
Pişta DAIŞ´ê wê
li Kolana 23´yan bê şikandin
Li kolana 23’an jî ya ku rêyên Reqayê bi hev ve girê dide û li navenda bajêr e, şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD’ê hem ji aliyê başûr, hem jî ji aliyê rojhilat ve beşeke girîng a kolanê kontrol kirine. Rêyên sereke yên bajêr yek bi yek kontrol dikin. Kontolkirina temamiya vê kolanê, wê pişta DAIŞ’ê bişikîne.
Taxa Reqa ya berê jî ku yek ji taxên li bereya rojhilat e, li cihekî girîng e. Yek ji mezintirîn taxên bajêr e û hindik maye şervan wê rizgar bikin. Rizgarkirina temamiya taxa Reqa berê, wê şerê li bajêr bigihîne qonaxeke nû. DAIŞ‘ê li vê taxa ku kolanên wê teng in, amadekariyeke mezin kiriye. Bi metreyan li binê xanî û kargehan tunel kolandine û bi rêya van tunelan xanî û kolanên li taxê bi hev ve girê dane. Her wiha bi kîsên ji xîzê çeper li ser rê û hemû kolanan danine. Xuya ye DAIŞ‘ê tevahiya xeta xwe ya parastinê li vê taxê û dora wê daniye. Rizgarkirina Reqa berêwê DAIŞ´ê li bereya rojhilat bi temamî bişkîne.
Ji her aliyî û her bereyê ve azadî
Li bereya rojava, li taxên El Berîd, Nehda, El Diriye û Hattînê operasyonên şervanên QSD´ê dewam dikin. Şervanên ku ji ber operasyonên paqijkirinê wextekê navber da bipêşveçûna xwe, ketin nava liv û tevgerê. 50 ji sedî yê herêma ku di wexta rejîmê de weke qadeke leşkerî dihate bikaranîn, ketiye bin kontrola şervanan. Şervan ji vê derê ber bi mezintirîn meydana futbolê ya bajêr ve diçin.
Şervanên QSD’ê ku li bereya bakur amadekariya operasyonê dikin, li vê bereyê ewilî taxa El Kerîmê rizgar kiribûn. Mezintirîn depoya genim a li bajêr li bereya bakurrojhilat e. Şervanên QSD’ê wê di rojên pêş de li vê derê operasyonê bikin. Şervanên ku li avahiyên derdorê çavdêriyê li depoya genim dikin, carinan bi çekên giran li nuqteyên DAIŞ‘ê dixin.
ANF/REQA