Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed ragihand ku ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina Hewîce amadekarî hatine kirin û got: “Piştî Mûsilê navenda DAIŞ’ê Hewîceye û bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li wê derê hene.” 

Di 10’ê Tîrmehê de operasyona kontrol kirina Mûsilê bi dawî bû û DAIŞ li wê herêmê şikest. Lê hemû hêzên xwe li navçeya Hewîce kirine. Hêzên pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên koalîsyonê jî ji bo operasyona kontrolkirina  Hewîce di nava amadekariyan dene.

Têkildarî Mijarê Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed axivî û got: “Hêzên Pêşmergeyan li gel hêzên koalîsyonê û hêzên Iraqî ji bo paqijkirina xaka Iraqê ji çeteyan, hemû amadekariyên xwe kirine. Operasyona Mûsilê bi dawî bû. Niha hêzên pêşmerge ji bo operasyona kontrol kirina navçeyên Hewîce, Reşadî û Reyaze yên li başûrê Kerkûkê amadekariyên xwe  kirine.”


DAIŞ di nav amadekariyan de ye

Bextiyar Mihemed anî ziman ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine hem hejmara çeteyan zêde bûye û hem jî amadekariyên ji bo çêkirina bendên parastinê tên kirin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ’ê dizanin ku wê di demek nêzîk de operasyona kontrolkirina Hewîce dest pê bike, ji ber wê li hinek cihên weke Xurmatû û Daqoq tenê bi nav êrîşî hêzên  Iraqî  û pêşmegeyan dikin. Em dikarîn bêjin ku tenê Hewîce di destê DAIŞ’ê de maye.”


Em bi moral in

Bextiyar Mihemed dest nîşan kir ku tê payîn nêzî 2 hezar çekdarên DAIŞ’ê li Hewîce hene û got: “Rojane hejmara DAIŞ’ê li Hewîce zêde dibe.  Her wiha operasyona kontrol kirina Hewîce jî li pey tê  û amadekariyên di navbera hêzên koalîsyon û hêzên Iraqî de hene. Moralê hêzên pêşmerge di astek herî bilind deye. Dibe ku di hêla çek û teqemeniyan de wek pêwîst berdest nebe, lê moralê wan gelek bilind e.”



RÊZAN MIHEMED/ROJNEWS/SILÊMANÎ