Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a pêngeva Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de li quncikên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê bi pêş ve diçin. Bi bipêşveçûnê re operasyonên paqijkirin û lêgerînê jî dewam dikin.

Tîmên taybet ên rakirina mayinan xebatên xwe dewam dikin.

Şervanan di encama operasyona paqijkirin û lêgerînê de li gundê Mereşlî û derdora wê de depoyeke cebilxane û dermanan a çeteyên DAIŞ’ê bi dest xist.

Şervanan di depoyê de gelek çekên doçka, kalaşnîkof, topên hewanê û miqdareke mezin ji dermanan dît.

2 erebeyên DAIŞ´ê teqandin

Li aliyê din Şervanê QSD´ 2 erebeyên  bombebarkirî ku hewl didan xwe bigihînin nuqteyên şervanan, bi çekên giran teqandin.

QSD'ê 2 hezar sivîl rizgar kirin

Şervanên QSD'ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de korîdorên ewlekariyê ava kirin û zêdeyî 2 hezar sivîlên ji aliyê çeteyan ve weke mertal dihatin bikaranîn, rizgar kirin.

Pirraniya kesên hatine rizgarkirin extiyar, zarok û jin in.

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li derketina sivîlan bigirin û nehêlin şervanên QSD'ê bi pêş ve biçin, li herêmê gelek mayin bi cih kirine. Ji ber mayinan gelek mirovên sivîl mirin û birîndar bûn.

 

DÊRA ZORÊ