Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Selhebiye Xerbî rizgar kirin. Li bajaroka Hemre Nasir şer didome û di du rojan de 31 çete hatin kuştin. Her wiha di navbera şervana û bendava El-Baas 2 km mane.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di çarçevê Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê bi pêşve diçin.

Şervanan pêr gundê El-Selhebiye Xerbî (El-Xatuniye) ya ku dikeve bakurê rojavayê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li baskê rojhiatê Reqqayê jî li bajaroka Hemre Nasir ya ku beşek ji wê duh hatibû rizgar kirin şer di navbera şervana û çeteyên DAIŞ`ê didome. Şervanan gundê Hemre El-Belseme yê nêzî bajaroka Hemre Nasir xistine dorpêçê.

Di encama pêveçûna hemlê û şerê ku du rojan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê qewimî 31 çete hatin kuştin, ji van termê 11 çeteyan ketiye destê şervanan.

Di operasyona paqijkirina gundê El-Selhebiye Şerqî û Xerbî çeka giran Hawin a 120 mm û hawina 80 mm, balafirgeha keşfê û çeka qenas ket destê şervanan de.

Bi rizgarkirina gundê El-Selhebiye Şerqî û Xerbî re şervan 2 km nêzî benda El-Baas bûne. Benda El-Baas 21 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Reqqayê û li Sûriyê bendava 3`yemîne. 


REQA