
Nobeta Azadiyê, ku ev 5 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê Hevserokên KCDK-E û Federasyonên wê ve dewr tê girtin.
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got, “Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêbertiyê bibin.”
Ji bo azadiya Ocalan, saziyên Kurd ên li Ewrûpayê dest bi kampanyayê kir. Hevserokên KCDK-E û federasyonên wê yên li welatên Ewrûpayê, nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ dewr girtin, ku çalakî ev 5 sal in bi rengekî bê navber li bajarê Fransayê Strasbourg dewam dike. Hevserokan bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi çalakiyê kir û ew ê heta 25’ê Hezîranê nobetê bigirin. Roja 26’ê Hezîranê jî wê mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Wekî din, di nava vê hefteyê de wê li gelek bajarên Ewrûpayê bi heman armancê kon werin vedan û tecrîdkirina Ocalan bête şermezarkirin.
Mîtînga mezin a azadiyê
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç di dema daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li dijî Ocalan, wan biryara çalakiyê daye. Koç got, “Ev nobeta me wê ji 19’ê Hezîranê heta 26’ê Hezîranê be. Her wiha roja 26’ê Hezîrana 2017’an mîtîngeke mezin a bi beşdariyeke girseyî wê bê lidarxistin. Dostên me yên navdar ên ji bo azadiya Rêberê me li gelek welatan dixebitin, wê tevlî vê mîtînga me bibin.”
‘Tevlî çalakiyan bibin’
Koç di dewama axaftina xwe de got, “Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran heye. Weke saziyên Kurd ên li Ewrûpayê, ji bo şikandina vê tecrîdê me dest bi çalakiyan kir û em van çalakiyên xwe li her derê belav bikin. Divê endameke/î me yê bi tenê jî li derveyî çalakiyan nemîne. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin da ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêbertiyê bibin.”
STRASBOURG