Wan kesên ku berê ji bo azadiya Nelson Mandela kampanya bi rê ve bir li Ingilîstanê, niha zend û bendên xwe vemaliştine û ji bo azadiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe diwestînin. Fikra wan a hevbeş jî ev e: “Çawa me di ber Mandela de berê xebat kir, divê piştî vê, di ber Ocalan de jî em bixebitin.“
Bi daxwaza azadiya Ocalan, sendîkayên li Ingilîstanê kampanyayê bi rê ve dibin, û her roj û du roj piştgiriya siyasetvan û civaka sivîl a li vê kampanyayê zêde dibe.
Beriya vê bi çend rojekî, rayedarên Meclîsa Gel a Kurd li Brîtanyayê û rêveber û kadroyên demê yên ku kampanyaya Azadî ji Mandela re bi rê ve dibirin, civiyan. Wezîrê dewletê yê berê yê Ingilîstanê, Lord Peter Hain, ji Partiya Karker wezîrê sîber û parlamenterê heman partiyê Chi Onwurah û serokê Tevgera ji bo Başûrê Efrîkayê (ACTSA) Chitra Karve jî di vê civînê de amade bûn. Wan bang li raya giştî kir ku beşdarî kampanyaya Azadî ji Ocalan re bibin û kampanyayê mezin bikin.
Di vê di ber Ocalan de em kar bikin
Lord Peter Hain got, “Çawa ku hingê di ber azadiya Mandela de me çalak îş kir, ji niha û pê ve jî divê em ji bo azadiya Ocalan kar bikin.”
Dê û bavê Lord Peter Hain, hîna dema ew zarok bû ji ber ku ji bo azadiya Mandela belavok belav kiribûn, hatibûn binçavkirin di serdegirtina malê de. Hain hîna jî çalak e di warê piştiriya Başûrê Efrîka de, ew serokê weqfa alîkariya Insanî a ji bo Başûrê Efrîka a bi navê “Trustees of the Donald Wood Foundation” e. Tîrmeha bihurî jî pirtûka wî ya biyografîk a i ser Mandela derçûbû.
Karker hemû divê destekê bidinê
Ji Partiya Karker wezîrê sîber û parlamenterê heman partiyê Chi Onwurah jî di daxuyaniya xwe de got, haya wî ji kampanyaya ji Ocalan Azadî çêbûye hîna nû di axaftina di Festîvala Durnheim a Karkrên Kanan deku mezintirîn festîvala karkeran a Ingilîstanê ye, û da zanîn ku axaftina li wir gelekî tesîr li wî kiriye. Onwurah îşaret bi wê yekê kir ku di navbera Mandela û Ocalan de aliyên dişibin hev gelek in û bang li tevahiya “pêşverûyan” kir ku destekê bidin kampanyaya Azadî ji Ocalan re.
Kampanya wê bi ser keve
Dewama Tevgera Dij-Apartheid îro ACTSA ye. Serokê ACTSA´yê Chitra Karve jî bi bîr xist ku wê demê çalakger û kadroyên siyasî demeke dirêj bêyî ku off bibin yan jî bişikin, ji bo azadiya Ocalan têkoşiyane û got, ew bawer dike bi heman bîrewerî û baweriyê kampanyaya Azadî ji Ocalan re jî wê biçe serî.
LONDON