Xelqê Germiyanê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin da ku di demek zû de dorpêçkirina wargeha Mexmûr bi dawî bibe. Herwiha xelqê bang li hizb û xelkê Başûr hemûyî kirin daku li dijî vê dorpêçê xwedî helwestin bin.

Ev kiryareke dijminkarî ye

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn.

Rojek piştî bûyerê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir û di encamê de 2 welatî bi sivikî birîndar bûn.

Ji wê rojê heya niha dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê destpê kiriye. PDK rê nade penaberên Mexmûrê, nexweşên giran jî di nav de, karker û xwendekar biçin Hewlêrê. Li ser vê mijarê welatiyên navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê axivîn.

Mihemed Elî: Xelkê Mexmûrê Kurdin û hevnîştimanê me ne. Ez bang li welatiyan dikim da ku li dijî vê dorpêçê xwedî helwest bin. Ji ber ku ev kiryareke dijminkarî ya ku dişibe siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye.

Aştî Mihemed: Ez bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim daku dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê rakin. Divê em hemû li dijî vê bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Araz Zorab: Divê hizbên di nava hikumetê de li ser vê dorpêçê xwedî helwest bin. Ji ber ku zêdetirî hizban di hikumetê de ne û ew hemû ji vê rewşê berpirsyarin. 

 

 SILÊMANÎ