Têkiliya di navbera navçeya Kreûzberg a Berlînê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê de bandora xwe li dostaniya pirtûkan kir. Pirtûkxaneya li Kreuzbergê Oh21 biryar da ku bi pirtûkxaneya Manesa ya li Dêrikê re bixebite.
Şaredariya navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê ya Berlînê, Cotmeha sala 2017’an biryar dabû ku bi Şaredariya bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê re bibe şaredariya dost. Di pêşnûmeya li ser vê mijarê de îşaret bi aliyên weke hev ên her du navçeyan, jiyana pirr çandî û piştevaniya gelan a li her du herêman hatibû kirin.
Pirtûk bi dostaniya bi Dêrikê re
Piştre ji bo projeyên her du şaredariyan bi hev re amade kirî bi cih werin anîn, komeleyek bi navê “Komeleya Bajarên Dost ên Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê” hatibû avakirin. Rêveberên komeleyê, Cotmeha bihurî serdana Dêrikê kir û yekane pirtûkxaneya li bajêr a bi navê Manesa bala wan kişandibû.
Bi pêşniyaza komeleyê, ji bo Manesa baştir bê nasandin û destek jê re were dayîn, êdî li paytexta Elmanya Berlînê pirtûkxaneyeke xwe ya dost heye. Pirtûkxaneya bi navê Oh21 a li semta Kreuzberg a Berlînê, li ser pirtûkan, dostanî bi Manesa ya li Dêrikê re danî.
Pirtûkfiroş Oh21, pirtûkên li ser rewşa civakî û siyasî ya li Rojava jî difiroşe. Li Manesayê jî ji bo bi giranî pirtûkên bi Ingilîzî hebin, hewl tê dayin. Li Oh21’ê, di afîşên pirtûkxaneyê de tê ragihandin ku ew bi Manesa ya li Dêrikê re pirtûkxaneyeke dost in û pirtûkên li ser jiyan û têkoşîna li Rojava bêhtir derdixînin pêş.
Destek ji bo rêveberiyên jinan
Rayedarên Oh21 a li navnîşana Oranienstrasse ya li Kreuzbergê ye, dibêjin, “Bi hevkariyeke wiha, em dixwazin destekê bidin xwerêveberiyên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî destekê bidin rêveberiyên jinan. Her wiha em bi pirtûkhezên tên serdana pirtûkxaneya me re li ser têkoşîna li wê derê jî sohbetê dikin.”
Projeyên hevpar ên “şaredariyên Kreuzberg û Dêrikê” û “pirtûkxaneyên Oh21 û Manesayê” bi rêya vê navnîşana medya civakî dikarin bên şopandin:
https://de-de.facebook.com/pg/StaepaFKDerik/about/
BERLÎN