
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan di Meşa Dirêj a îsal de dostên Kurdan jî cih digirin û di çalakiya 10 rojan de wê peyamê bidin dinyayê. Komîteya Amedekar ragihand ku, Meşa Dirêj wê 1’ê Sibatê wê li Luxembûrgê dest pê bike û 11’ê Sibatê wê li Strasboûrgê biqede. Hat ragihandin ku baskekî Meşa Dirêj îsal ji hêla dostên Kurdan ve tê kirin.
Di daxuyaniya Komîtiya Amadekar de ev agahî derbarhe meşê de hatin dayin: ‘’Beşdarên Meşa Dirêj ku 11’ê Sibatê wê bi hezaran dostê Kurd li Straboûrgê amade bibin, di meşa şermezarkirina Komploya Navnetewî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê biaxivin. Dostên ku wê tevlî Meşa Dirêj bibin wê ji Spanya, Portekîz, Elmanya, Ingîltere, Swêd, Italya, Belçîka, Fransa, Fînlandiya, Swîsre û Arjantînê tevlê bibin. Di meşê de wê xebatkarên dîplomasiya Kurd û ciwanên enternasyonalîst jî komeke biçûk di asta nûnertiyê de amade bin. Li ser banga KCD-Ewropa bi dehan dost ji bo tevlê bibin serlêdan kirin. Nêzî 70 dostên ku wê tevlî Meşa Dirêj bibin, diyar dikin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdan ji bo wan girîng e.“
Wê bang bikin
Dostên gelê Kurd di Meşa Dirêj de, li hemû rêgehên ku tê re diçin wê bi şaredarî, sendîka, çapemenî, saziyên rêxistinên sivîl û parlamenteran re hevdîtinê bikin. Her wiha di meşê de wê li ser felsfeya Ocalan semîneran bidin.
Meşa dostê Kurdan wê li ber Dîwana Edalaetê ya Ewropayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike. Li Dîwana Edelatê ya Ewropa bi mebesta ku PKK ji ‘lîsteya terorê’’ were derxistin doz didome. Dostên Kurdan bi vê minasebetê wê diyar bikin ku ew li dijî lîsteyê ne.
Rêxistinên saziyên sivîkl, parêzerên çapemenî û mafê mirovan û demokrat ji bo ku destekê bidine aramncên meşê bang kirin.
Di serî de YE, KA, NE wê bang li hêzên din bikin ku li dijî komkujiyên Tirkiyê û polîtîkayên tinekirinê bêdengiya xwe bi dawî bikin.
Rêgeha Meşê
1 Sibat: Luxemburg / Audun-le-Tiche
2 Sibat : Audun-le-Tiche / Thionville
3 Sibat: Thionville / Talange
4 Sibat: Talange / Landremont
5 Sibat: Landremont / Saint-Avold
6 Sibat: Saint-Avold / Puttelange-aux-Lacs
7 Sibat: Puttelange / Sarre-Union
8 Sibat: Sarre-Union / Phalsbourg
9 Sibat: Phalsbourg / Wasselonne
10 Sibat: Wasselonne / Strasbourg
NAVENDA NÛÇEYAN