Hêzên Tirk ên dagirker, beriya bi 15 salan weke doh Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan û bi bavê wî re, şehîd kirin. Pêvajoya dadgehê ya Kaymaz her fitilî û li hev geriya. Tekî ku 15 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî DMME’yê biryara mehkûmiyetê da, dadgeha destûrê ya Tirk miracaet red kir. Dosye ji nûve çû ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).
Li navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de hêzên dewleta Tirk a dagirker Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tevî bavê wî Ahmet Kaymaz li ber malê bi gulebarandinê qetil kirin. Polîsên Tirk 13 gule li bedena Ûgûr Kaymaz ê 12 salî xist. Polîsan bi ser de jî kalaşnîkofek jî danîn ber serê wan.
Doz li Mêrdînê ya li dijî 4 polîsên qatilê zarokan doz hat vekirin. Doz birin Eskîşehîrê, vir de û wê de kirin û di dawiyê de polîsan beraet kir. Malbatê doz bire DMME´yê. Sibata 2014’an DMME´yê biryara xwe eşkere kir û bi hênceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” Tirkiyê mehkûm kir û xwest Tirkiye tazmînata 70 hezar euro ya madî û 70 hezar euro jî ya manewî bide.
li ser vê biryarê Şaxa Mêrdînê ya ÎHD´ê miracaetî dadgeha peywendîdar kir. Dadgehê bê hincet miracaet red kir. Li ser vê malbatê miracaetî Dadgeha Destûrê ya Tirk kir sala 2015´an. Vê dadgeha Tirk jî qatikên dewleta xwe parastin. Li ser vê jî parêzerê malbata Kaymaz Erdal Kuzu doz dîsa bir ber DMME´yê jibo mehkemekirina polîsên qatil. Kuzu dibêje, “Tirkiye veguheriya goristaneke zarokên bi destê dewletê kuştî… Dewlet bibîranînên ji bo Ugur jî ji holê radike- Dewlet dixwaze bîra me tine bike.”
MA /MÊRDÎN