
Adem Uzun got, daxwaza xebateke bi vî rengî ya li ser Kurdan ji weqfê hatiye û berpirsyariya belavkirin û fînansmana wê jî weqfê girtiye ser xwe.
Weqfa ku li hin herêman bi hevkarên xwe re xebateke berfireh dimeşîne, ji bo xwegihandina aştiya mayînde û veguherîna pevçûnan, xwe weke organîzasyoneke serbixwe ya li derveyî hikûmetan û bêyî armanca karê, dide nasîn. Xebatên weqfê li gorî projeyan, bi taybetî ji aliyê Wezaretên Karên Derve yên Almanya, Swîsre û Norwêcê ve tên fînansekirin.
Li ser veguherîna tevgera Kurd
Uzun weha behsa destpêkirina vê projeyê kir: “Bi me re têkilî danîn. Dizanîbûn ku ez tevli pêvajoya Oslo´yê bûme. Ji min re gotin, ‘Hûn dikarin ji bo Berghofê xebateke li ser pêvajoya Oslo û guherîna li nava PKK’ê bikin? Weke Berghof em dixwazin vê li her deverê belav bikin. Ji ber ku me heman tişt ji bo Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê, Tamîl, Îrlanda, Bask û Amerîka Latîn jî kiriye’. Min jî got ‘temam’. Projeyek beriya bêm girtin bû. Me dest bi amadekariyan kir û min pêşnûmeya destpêkê ji wan re şand. Piştre hatim girtin. Proje demeke dirêj bi vî rengî ma. Piştî ku hatim berdan, careke din bi min re têkilî danîn û hem ji min re gotin derbasbûyî be hem jî xwestin projeyê biqedînim. Me jî proje di ber çavan re derbas kir, ji wan re şand û wan jî weşand.”
Bersiva “aştiyeke çawa” dide
Adem Uzun di 6’ê Cotmeha 2012’an de di dema danûstandineke dîplomatîk a li Parîsê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin. Piştî 10 mehên ragirtinê di 9’ê Tebaxa 2013’an de hatibû berdan. Ji aliyê dadgehê ve jî hat piştrastkirin ku ev operasyon, komployek ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve hatibû amadekirin.
Dosyaya weqfê bi Îngilîzî hatiye nivîsandin û bê pere tê belavkirin, û bersiva pirsa “aştiyeke çawa?” dide.
BRUKSEL