Derbarê naveroka wan her 600 rûpelên ku radestî UNESCO kirine, Yaqûb da zanîn ku 300 rûpel li ser dîroka keleha Hewlêrê û 300 rûpelê din li ser wan planan bûn ku bo rêvebirin û parastina keleha Hewlêrê û derdora wê hatin danîn. Navbirî aşkere kir ku piştî şopandina wan her 600 rûpelan ji aliyê komîteyekê ve, ku ji 21 welat pêk hatibûn, roja 21’ê Hezîranê 18 welatan biryar dan ku keleha Hewlêrê têkeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî.
Bi vê yekê keleha Hewlêrê bû 980’emîn kevneşop li seranserê cîhanê ki dikeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî. Keleha Hewlêrê bi awayekî bazneyî di naverasta bajarê Hewlêrê de hatiye avakirin, rûberê kelehê 102.190 metrekare ye, 415 metiî ji astê rûyê deriyayê bilinde û 26 metir û 25 sentim ji astê bajarê Hewlêrê bilindtir e.
HEWLÊR