Ji aliyekî din ve Wezîrê karê derve yê Sûriyeyê Welîd el Mûelim jî di axaftina xwe de êrîşî serokên welatên ereb kir û got ku wan ev biryara debarê Sûriyeyê de ne li gorî nîqaşkirina rapora çavdêran amade kiriye lê ew dixwazin ku plansaziya ji bo Sûriyeyê bi destê welatên Rojavayî hatiye amadekirin bibin serî.
Ji aliyê meydanî ve jî dîsa hejmara qurbaniyên rojekê ji hejmara seatên şev û rojê zêde bûn. Di xwepêşandan û pevçûnên roja sêşemê de kes hatine kuştin û bi sedan hatine girtin û binçavkirin. Ji aliyekî ve xwepêşandanên gel berdewam dikin û ji aliyekî din ve pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û leşkerên ji artêşa Sûriyeyê veqetyane de diqewimin û kuştî ji herdu aliyan hene.
Balafirên şer dikire
Di demekê de ku li Sûriyeyê xwepêşandanên nerazîbûnê li hemberî rejîmê berdewam dikin, Rûsiya bi armanca piştgiriya Beşar Esed bike, hewl dide ku 36 balafirên şer bifiroşe Sûriyeyê. Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê firotina balafiran de got: “Em bi vê pêngavê pir dilgiran in.” Li gorî rojnameya Kommersant a rûsî ku giringiyê dide nûçeyên hindir û cîhanî, xwe dispêre çavkaniyên ku navê wan aşkare nake û dibêje: ´´Li gorî peymana bi buhayê 550 milyon dolarî, Rûsya 36 balafirên ji corê Yak-130 difiroşe Sûriyeyê.´´ Piştî nûçe di çapemeniyê de hat belavkirin, berdevkekî şirketeke dewletê ya çekan bi navê Rosoboronexport diyar kir ku derbarê vê nûçeyê de ti şîroveyan nake.
ŞAM/NEW YORK