Di çalakiyê de bi dehan rojnamevan, nûnerên rêxistina civaka sivîl, çalakvan, nivîskar, parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih, parlamenterê PDK’ê Umît Xoşnaw û parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hacî Karwan jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qetilkirina Kawa Germiyanî di demekê de ye ku hê jî kujerên herdu şehîdên pênûsê Sora Mame Heme û Serdest Osman nehatine girtin û lijneya ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên peywendîdar ve hatî dirûstkirin jî, negihiştine ti encamekê.

‘Em nayên parastin’

Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî derbarê armanca çalakiyê de axivî û wiha got: “Em ji bo terokirin û şehîdkirina hevkarê me yê rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar bikin, hatin ber avahiya NY’î. Em dixwazin lijneyeke cîhanî ji bo parastina rojnamevanên Herêma Kurdistanê were dirûstkirin, ji ber heta niha jî em li Herêma Kurdistanê di bin deshilata YNK û PDK’ê de nayên parastin. Giyan û rihê me ne di bin garantiyê de ye.

´Naxwazin azadî pêşkeve´

Parlamenterê Tevgera Goran yê parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih jî wiha got: “Li Kurdistanê hinek îradeyên siyasî hene ku xwe li wê yekê nagirin ku hinek kes hene û bi azadiyane fikrên xwe bênin ziman. Tênagihin nifşek hatiye pêş, li beramberî gendelî û bêdadiya li Kurdistanê heye, gotinên wan ên ciddî hene. Di salên borî de vane bandorekî mezin li ser civakê dirûstkirin. Hêzek heye ku dixwaze nehêle li Kurdistanê azadî pêşve biçe û bi xwe bimînin. Lewra dixwazin bi terorkirina rojnamevanan pêşî bigrin. Mixabin heta niha kujer neçûne ber dadgehê.” Elî Heme Salih ragihand ku teror nebûye sedemê tirsandina rojnamevanan û wiha got: “Ez piştgrastim ku di çend salên bê de wê ev tirsandina rojnamevanan bi wêrekiya gelê Kurdistanê bi dawî bibe.”

‘Em neçarin bangî derve bikin’

Endama Desteya Rêveber a Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) Tara Husên jî axaftginek kir û got: “Dema mirov ji vê deshilata heyî bê hêvî dibe ku propatandaya demokrasiyê dike, em neçarin hewara xwe bigihînin rêxistinên navneteweyî. Lewra ezmûneke me heye, me dît di dosyeyên rojnamevan Serdeşt Osman, Soranî Mame Heme û mamosta Ebdulstar bê encam man. Herwiha yasayê nekarî serweriya xwe biparêze û ji bin banê hizbî derbikeve.” Tara Husên wiha got: “Divê em bizanin kuştina Kawa, ne tenê kuştina kesekê ye, ev peyameke ji bo rojnamevanan û dixwazin bi terorkirina rojnamevanekî bi cesaret, rojnamevanên din jî bitirsînin. Çend salan carekê rojnamevanekî bi cesaret teror dikin, lê agehdariya wan jê nîne terorkirina rojnamevanekê dibe sedemê şoreşekî rewşenbîrî. Îro bi sedan kesên din soz dane ku rêya Kawa bişopînin.”

´Rojnamevan bêdeng nabin´

Nûçegihan televizyona NRT Ferman Mihemed jî wiha got: “Em terorkirina rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar dikin. Divê sînorek ji bo azadiya xwe îfadekirinê yan jî kesên karê rojnamevaniyê dikin, were danîn. Divê deshilatdarên Herêma Kurdistanê têbigihin ku em bêdeng nabin û divê di demekî kurt de kujerên Soranî Mame Heme, Serdeşt Osman û Kawa Germiyanî werin eşkerekirin û cezayê xwe wergirin.” Pêncşema borî rojnamevan Kawa Mihemed Ehmed ku wekî Kawa Germiyanî (32) dihat naskirin, li pêşiya mala xwe ya li bajarokê Kelar ê girêdayî Silêmaniyê hat qetilkirin. Ji bo eşkerekirina kujerên Germiyanî, lijneyek hatiye dirûstkirin û bûyerê lêkolîn dikin.



MIHEMED TAHÎR/WEHBÎ DEMİR/DÎHA/HEWLÊR