RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Sûryanî Dotmîr Hana beriya rojiya mezin bi bîr tînin û ji ayînên girêdayî bibîranînê ye. Dîroka gelan tijî çîrok in û li gorî ayînên sembolîk têne vejandin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ayîn û kevneşopiyên xwe yên ku bi rêya wê bûyerên dîrokî vedibêjin, diparêzin.

Çîroka Hana Heno Qirîso vedigere serdema qiralekî Mezopotamiyayê. Her tim têk diçû. Dema carekê bi ser dikeve, soz dide artêşa xwe ku qurbanekê bide xwedawendan. Qiral dibêje, her kesê ku di rêya vegerê de rastî wî tê wê bike qurban. Lê şensê kiral ne baş bû, kesê yekemîn rastî tê, keça wî Hana bû. Diviyabû ku wê wek qurban bide xwedawendan. Hana biryara qirêl qebûl dike. Lê jê dixwaze ku wek dem 40 rojan bidiyê da ku tevî hevalên xwe biçe çiyayan, bi wê serketinê şad bibin.

Hana hevalên xwe yên keç kom dike. Keçan jî gelek cureyên baqulî, şînkahî û hêk kom kiribûn. Piştre diçin lûtkeya çiyayekî nêzî bajêr. Li wir 40 rojan şahiyê dikin. Dema dawiya 40 rojan nezîk dibe, Hana ji hevalên xwe dixwaze ku her sal wê li wî cîhî bi bîr bînin.

Piştra Hana vedigere cem bavê xwe. Qiral serê keça xwe Hana bi şûrekî dibirre. Her sal keç li cihê ku şahî li dar xistine, şahiyên bibîranînê ji Hana re li dar dixin. Ji ber wê, ev rêûresm heta roja îro ji herêmekê veguhezî herêmekê, ji nifşekî derbasî nifşekî din bû.

Sorkirî û ayînek ji bo wê

Ji ber wê keçên Suryan, roja Yekşemê beriya rojiya mezin, bûkekê ji text çêdikin û cilên bûkê lê dikin. Piştre ji dêrê derdikevin û di nav malên gund de digerin. Şêniyên gund jî rûn, savar û hêkan didin keçan.

Ebîr Gewriye ji şêniyên gundê Mihrikan li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê ye dibêje ev kevneşopî û ayîn gelek kevnar in. Piştî berhevkirinê jî “Keç madeyên kom kirine dibirêjin, mîna ku keçmîra Hana xwarina bi navê Sorkirî (El-Qelî) çêdikir.”

Di gerê de keç straneke bi zimanê Suryanî ya li ser Hanayê dibêjin:

Keça qiral li quncikê sekiniye, nimêj dike bavê te ku çû ye, çûye şer û tu bû qurban.