Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên doxtor bi rêk û pêk xebatên tenduristiyê dimeşînin. Ew dibêjin:“Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK’ê digirin.”

JIYAN TÊKOŞÎN / ZENDA DÎROK ANF / BEHDÎNAN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di her warî de xwe birêxistin kirine û li çiyayên Kurdistanê bi jiyana xwe karê xwe bi rêk û pêk dimeşînin. Beşek ji van karan jî helbet xebatên tenduristiyê ne. Li ser kar û barên wan me li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Zagrosan bi gerîlayên doktor re peyivîn. Gerîlayên doktor dibêjin: “Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK’ê digirin.”

Mirov bêhtir hevaltiyê hîs dike

Doktor Delal Arîn diyar dike ku di vî karî de ew hesta hevaltiyê bi awayekî kûr hîs dikin û wiha didomîne, “Hesta me pir cuda ye. Di vî karî de mirov zêdetir hevaltiyê hîs dike. Dilsoziyeke cuda di navbera me û hevalên nexweş de çêdike. Hêz û îradeyeke mezin ava dibe. Em hem gerîla ne hem şoreşger in û  hem jî kedkarên tenduristiyê ne. Bi hev re temsîlkirina van nasnameyan ji bo min rûmeteke mezin e. Ji bo şoreşê bikaranîna van nasnameyan mirov xurttir dike. Dema mirov hêz û baweriya hevalên xwe dibîne,  berpirsyariya mirovan mezintir dibe. Em jî dixwazin layiqê vê bin.”

  [gallery ids="118552,118550,118549"]  

Berî her tiştî hevaltî tê

Doktor Birûsk Dogan dibêje, tişta herî girîng ew e ku ew hevalên xwe rizgar bikin û wiha diaxive: “Dema di qadên şer de heval birîndar dibin, armanca me ya yekemîn ew e ku em di serî de hevalên xwe ji rîska şehadetê xilas bikin. Ev tenê ne erkeke fermî ye, em  ji Rêber APO fêrî vê bûne. Ji bo me hevaltî beriya her tiştî ye. Hevalekî me yê doktor navê xwe Xebat hebû. Ew heval ji bo hevalekî birîndar biparêze bi xwe şehîd bû. Ev der jî qada Zagrosê ye, qadeke ku tê de her tim şer diqewime. Karê me yê sereke dermankirina hevalên birîndar e. Li gorî şert û mercan em hevalên xwe tedawî dikin.”

Heza xwe ji rastiyên xwe digirin

Doktor Delîl Tolhildan balê dikişîne li ser keda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê û dibêje; “Tevgera me bi keda Rêber APO û şehîdên me mezin bûye û hîmê xwe yê jiyanê jî ji keda wan digire. Ji ber vê yekê em hemû hêza xwe, vîna xwe ji vê rastiyê digirin. Hevalên me bi her qada jiyanê ve bi awayekî xurt girêdayî ne. Ji ber ku hevaltî ji bo hemû gerîlayan desteka herî mezin a manewî ye. Em jî di heman demê de ji hevalên xwe hêzê digirin û serketina me ya kar jî ji hevaltiyê tê.”

Divê em hîn bixebitin

Gerîlaya doktor Devrîm Sozdar dibêje karê wan ji bo siberojeke azad e û wiha dipeyive; “Tevgera me xwedî dîrokeke ji 40 salî ye. Bi derfetên gelekî biçûk xwe ava kiriye û niha jî xwedî gelek saziyan e. Carinan em li nexwaşxanê hevalan tedawî dikin, carinan diçin eniyan li gel hevalan, carinan heval giran birîndar dibin, carinan jî sivik lê beriya her tiştî tişta ku em hîs dikin hevaltî ye. Armanca me ew e ku em hîn zêde ji bo tevgerê kar bikin. Serok APO hîn zêde fêhm bikin, têkoşînê hîn zêde xurt bikin. Ji bo jiyana azad a bi Rêber Apo û gel re, divê em hîn bêhtir kar bikin.”