Li avahiya Die Linke ya li bajarê Zozan G. lê dimîne Oberhausenê, daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hat dayîn û peyama, “Em bi Zozanê re ne” hat dayîn. Die Linke bi motîvasyona siyasî hewldana ji dest Zozan G´yê girtina zarokên wê, mehkûm kir û xwest doz tavilê bê betalkirin. Partiya Çep a Elman (Die Linke) hewldana ji dest Zozanê girtina zarokên wê weke krîmînalîzekirina civaka Kurd dît.

Daxuyaniya çapemeniyê li avahiya Partiya Çep a Oberhausenê hat dayîn û rayedarê Partiya Çep Henning v. Stoltzenberg daxuyanî xwend. Wî got, ev doza standina mafê welayeta zarokan bi motîfên siyasî ye û ew vê protesto dikin. Wî got, ew li cem Zozanê ne û bi bîr xist ku 22´yê Çile rûniştina dozê li Dadgeha Malbatê ya Oberhausenê heye. Wî weke sedema dozê jî got, desteka wê dayî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, çalakiyên ji bo çareseriya siyasî û li dijî êrişên li dijî Rojava ne.

Berdevkê Partiya Çep ê Oberhausenê Jens Cartensen jî ji bo rûniştina dozê ya 22´yê Çile saet 9´an got, “Ev dozeke eşkere siyasî ye. Dixwazin hevrêya me Zozanê çavtirsandî bikin. Destwerdidin mafê wê yê welayeta zarokan û dixwazin bi Zozanê çong bidin erdê. Partiye Çep vê helwêsta bêbextane protesto dike û dixwaze doz tavilê bê betalkirin.”

Dikare bibe mînak

Jens Carstensen got, ev awayê zextê nû ye û dikare bibe mînakek. Ji ber vê jî wî ev bang kir: “Ez bang li tevahiya saziyên demokratîk dikim dozê bişopînin û helwêstê diyar bikin. Lewma heger ev helwêst belav bibe, hingê teqez e, her malbata bibe xwedî helwêsteke siyasî dikare bi dozên mafên welayetê bê tehdîtkirin. Rayedar divê êdî dev ji krîmînalîzekirina civaka Kurd berdin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku roja rûniştina dozê 22´yê Çile saet 08:30´î li Meydana Friedensplatzê ya li ber mehkemê wê çalakiyeke piştgiriya bi Zozanê re bê lidarxistin û hat gotin, “Em weke Partiya Çep, em ê beşdarî çalakiyê bibin”.

 

OBERHAUSEN