ALÎ OZŞERÎK / ZURICH

Li Swîsreyê karkerên sektora avahîsaziyê ev demeke çalakiyan dikin ji bo ku temenê teqawîtbûnê 60 sal bimîne. Di çalakiyên karkeran ên li Lozan, Bern û Zurichê bêhtirî 10 hezar karkerî beşdar bûn.

Di meş û mîtînga li bajarê Zurichê de qederê 5 hezar kesî amade bûn. Karker dixwazin ku temenê teqawîtbûnê, weke di peymana kar tomerî ya heyî de 60 sal bimîne û meaşê wan bê zêdekirin. Lê Karsaz bi israr in ku temenê teqawîtbûnê bibe 62 û hefteyê 50 saetan kar bê kirin. Wekî din karker dixwazin ku li kategoriyan dabeşkirina karkerên avahîsaziyê jî bê betalkirin. Çawa ku karkerên gava 3 salan li cihekî kar dike, derbasî kategoriyeke jor a meaş dibe, lê gava ew li şirketeke taşeron 3 salan kar bike û ji kar derkeve, ev 3 salên kar tinê tên hesibandin. Karker ji vê yekê ne razî ne û red dikin.

Çalakî wê zêde bibin

Li Swîsreyê, piştî ku karsazan temenê teqawîtbûnê ji bo sektora avahîsaziyê kir 62 sal û ji mukelefiya xwe ya prîma teqawîtbûnê jî heta bi ji sedî 30´î kêm kir, çalakiyên karkeran dest pê kiribû. Sendîkaya UNIA bi karsazan re rûnişt, lê hîna ji muzakereyan ti encamaeke çareserker derneketiye. Sendîka û nûnerên karkerên avahîsaziyê bi israr in û dibêjin ew ê ji ya xwe neyên xwarê. Heger karsaz gavên çareseriyê neavêjin, çav li rê ye ku çalakî van rojên li pêşya me li seranserê welêt belav bibin.